ROJEVA 27'Ê KANÛNA 2025'AN 2025-12-27 09:00:12 * Ji Mehmet Şerîf Înalê ku Serokkomar Erdogan a di sala 2005'an de ji bo dîtina wî soz dabû malbatê û gotibû "Teqez em ê wî bibînin" 20 sal in agahî nayê girtin. Lê malbat a ku 20 sal in têdikoşe hê jî bihêvî ye.  * Caner Guvenê ku li Zanîngeha Alparslanê êrişî 4 xwendekaran kir û ew birîndar kir, piştî bûyerê hat binçavkirin û heman rojê hat berdan. Xwendekar ji ber fikarên li ser ewlehiya xwe neçar man ku vegerin bajarên xwe.   * Platforma Têkoşîna Li Dijî Tiryakê ya Îzmîrê, banga beşdarbûna meşa ku ew ê li dijî zêdebûna bikaranîna tiryakê û fihûşê li Kadîfekaleyê li dar dibin, kir.   * Velî Encu yê ku birayê xwe Serhat Encu di komkujiya Roboskiyê de winda kir, diyar kir ku ew ji ber ku li Roboskiyê edalet pêk nehatiye bi hêrs in û Nazmî Encu yê ku birayê xwe Şerafettîn Encu winda kir got: "Tenê aştî dikare êşa me sivik bike."   * Dermankirina rojnamevan Huseyîn Aykol ê xwîn rijiya ser mêjiyê wî, didome.   * Dayikên Şemiyê, ji bo pirsa aqûbeta xizmên xwe û cezakirina kiryaran dê li Qada Galatasarayê çalakiya xwe ya heftane li dar bixin. (12.00)   * Xizmên windayan dê li aqûbeta xizmên xwe yên di binçavan de hatine windakirin bipirsin. (12.00)   * ÎHD û xizmên girtiyên nexweş dê li Enqere û Stenbolê çalakiyên xwe yên ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş bidomînin. (13.00)