Ji bo bîranîna Rojîn Kabaîşê pêşbirka çîrokan: Serlêdan di 30'ê Çileyê de bi dawî dibin 2025-12-21 09:13:30 WAN - Şaxa Egîtîm Senê yê Wanê, ji bo bîranîna xwendekara Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê Rojîn Kabaîş a ku bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji dest dabû û ji bo hemû jinên hatine qetilkirin, dê pêşbirka "Çîrokên Jinan a Rojîn Kabaîşê" li dar bixe.   Şaxa Egîtîm Senê yê Wanê, dê pêşbirka "Çîrokên Jinan a Rojîn Kabaîşê" bi zaravayên Kurdî Kurmancî û Kirmanckî û bi zimanê Tirkî li dar bixe. Serlêdanên pêşbirkê dê heta 31'ê Çile berdewam bikin û encam jî dê di 14'ê Adarê de werin aşkerakirin. Lijneya hilbijartina çîrokên zaravayê Kurmancî ji Mîne Acer, Mizgîn Ronak û Roza Metîna; di beşa zaravayê Kirmanckî de Gulçîn Şanli, Suzan Vejan Tatli û Stan Yaşar; di beşa Tirkî de jî Ayşegul Devecîoglu, Mehtap Ceyran û Pinar Ogunç cih digirin.   Hevseroka Şaxa Egîtîm Senê yê Wanê Funda Demîr Bozkurt, pêşbirka ku bi navê Rojîn Kabaîş dê bê lidarxistin nirxand.   ‘RASTÎ DÊ DERKEVIN HOLÊ’   Funda Demîr Bozkurtê bal kişand ser têkoşîna edaletê ya ji bo Rojîn Kabaîşê û diyar kir ku bi hewildanên malbatê û civakê rastî hêdî hêdî derdikevin holê û ev tişt got: “Di encama vê têkoşîna malbatê û civakê de derket holê ku Rojîn di encama cinayetekê de jiyana xwe ji dest daye.”     Funda Demîr Bozkurtê diyar ku ew dixwazin li dijî zêdebûna cinayetên jinan û mirinên gumanbar hişmendiyekê ava bikin û armanca pêşbirkê jî ev e û wiha pê de çû: “Armanca me hem bîranîna navê Rojîn Kabaîşê ye, hem jî avakirina xeteke têkoşînê ya xurt a li dijî cinayetên jinan e.”   Funda Demîr Bozkurtê der barê mercên beşdariyê de diyar kir ku hemû kesên ser 18 saliyê re dikarin beşdar bibin û tu sînordariya zayendî nîne û got: "Her kesê ku di mijara jinê de xwedî hestiyarî ye, dikare binivîse."   PÊŞBIRK DÊ BERDEWAMÎ BE   Funda Demîr Bozkurtê anî ziman ku ew dixwazin vê pêşbirkê wek kevneşopiyek her tim li dar bixin û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Em dixwazin vê pêşbirka ku bi navê Rojîn Kabaîşê tê lidarxistin, bikin mayînde. Di pêvajoya amadekariyê de me destûra malbata Rojîn Kabaîşê jî girt. Malbat jî ji vê xebatê kêfxweş bû. Em bawer dikin ku divê têkoşîna edaletê ne tenê bi rêyên hiqûqî, lê bi rêya wêje û hunerê jî were mezin kirin.”