Şîna Kaya bi girseyî hat ziyaretkirin 2025-12-19 14:20:31 AMED - Şîna ku ji bo Ahmet Furkan Kaya ê HPG’î hatibû danîn bi girseyî hat ziyaretkirin.   Ji bo Ahmet Furkan Kaya (Ronî Çiya Alîdaş) ê ku di 5’ê Mijdara 2022’yan de li Herêma Federe ya Kurdistanê jiyana xwe ji dest dabû li navçeya Rezan a Amedê li Mala Şînê ya Bingolluler şîn hat danîn. Şîna ku hatibû danîn bi pêşengiya Komeleya Alîkarî û Hevgirtina Malbatên ku Xizmên xwe li Dergûşa Şaristaniyan Winda Kirine (MEBYA-DER) hat ziyaretkirin.    Di serdana şînê de dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Şehîd namirin” hatin berzkirin. Rêvebirê MEBYA-DER’ê Mehmet Emîn Kiliç di şînê de axîvî û got gelê Kurd ji bo aştiyê berdêlên mezin dane û werin em bi hev re aştiyê pêk bînin.