Bijîşkekê heqaret li Kurdan kir: Bila mafên wan bên sînordarkirin û neyên xebitandin 2025-12-18 14:29:41   QERS - Prof. Dr. Tulay Dîken Allahverdî ku li Nexweşaxaneya Lêkolînê ya Zanîngeha Kafkasê ya Qersê dixebite, heqaret li Kurdan kir û xwest mafên Kurdan bên sînordarkirin, di saziyên cemaweriyê de neyên xebitandin û ji bajarên rojavayê Tirkiyeyê bên derxistin.   Prof. Dr. Tulay Dîken Allahverdî ku li Nexweşaxaneya Lêkolînê ya Zanîngeha Kafkasê ya Qersê weke Ceraha Giştî dixebite, li ser sepana WhatsApp’ê heqaret li Kurd û Ereban kir û dijberiya xwe pêvajoyê nîşan da. Tulay Dîken Allahverdî, di parvekirina xwe de têkildarî pêvajoyê got: “Em ê guhertina rejîmê qebûl nekin. Ger Ereb civakek baş bûna dê malbata pêxamber ji Erebistanê koçî Îranê nekira. Ger bi Kurdan re hiş û aqlê avakirina deweletê hebûya dê nebûna xulamên DYA’yê.”    Tulay Dîken Allahverdiyê di parvekirina xwe ya duyemîn de got: “Divê bêyî Tirkan tu nîjadek li Tirkiyeyê di saziyên cemaweriyê de nebin rêvebir. Lewra hestên ku Tirk li hemberî vî welatî dihewînin ew fam nakin.”   ‘BILA KURD JI BAJARÊN TIRKAN DERKEVIN’   Tulay Dîken Allahverdiyê di parvekirineke din de got: “Kurd ji bo bajarên Rojava û başûrojhilat xweseriyê dixwazin, Kurd li hemû bajarên Tirkiyeyê dijîn. Divê bêyî bajarên rojhilat û başûrrojhilat ji bajarên din derkevin. Ev mirovana ji bo zevî û ajalan hevudin dikujin, beşên lênihêrtina lezgîn ên nexweşxaneyan mijûl dikin. Miletekî ku hêj di nava xwe de li hev nekiriye û çareserî nedîtine wek dewlet hûn dê çi çareser bikin! Kurd li vî welatî dibin rektor û bijîşk. Mafê wan ê tedawî û perwerdehiya bêpere heye. Li vî welatî mafên wan zêde ne, bila ev maf bên sînordarkirin.”   TÊKILDARÎ BIJÎŞKA NÎJADPEREST SERLÊDANA SÛC   Parêzer Sertaç Çelîkkalelî ji ber van parvekirinên nîjadperest, der barê Tulay Dîken Allahverdiyê de li Dozgeriya Komarê ya Qersê serlêdana sûc kir. Di serlêdana sûc de hat destnîşankirin ku di parwerkirinên di 12’yê Tîrmeha 2025’an, 14’ê Tîrmeha 2025’an, 28’ê Tîrmeha 2025’an û 13’yê Kanûna 2025’an ên li ser WhatsApp’ê de li nasnameya Ereb û Kurdan heqaret hatiye kirin. Di daxwaznameyê de wiha hate gotin: "Hatiye xwestin ku divê Kurd di saziyên cemaweriyê de erk wernegirin û dibêje ‘Ji bilî Tirkan divê tu nîjadek li Tirkiyeyê li saziyên cemaweriyê nebe rêbebir’. Ev yek li dijî nasnameyê êriş e. Herwiha gotinên ku Kurdan biçûk dixin, li wan heqaretê dikin jî hatiye bikaranîn. Nasnemaya Kurd hatiye krîmînalîzekirin. Ne pêkan e ku di çarçoveya azadiya gotin û fikrî de bê nirxandin. Ev parvekirinên aşkera hêmanên sûc pêk tîne.”   Em têkildarî parvekirinan li Tulay Dîken Allahverdî geriyan, lêbelê me peywendî dananî, rayedarên nexweşxaneyê der heqê mijarê de agahî parve nekirin.   Herwiha hat hînkirin ku Tulay Dîken Allahverdî di hilbijartinên 2023’yan de bûye bernamzetê Parlamaneteriya CHP’ê ya Qersê.   MA / Adnan Bîlen