Dayikên Aştiyê: Bila daxwaza me ya ji bo çûyîna Îmraliyê bê qebûlkirin 2025-12-17 09:17:35 AMED - Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê daxwaz kirin ku biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya binpêkirina "mafê hêviyê" ya der barê Abdullah Ocalan de bê bicîanîn û gotin: "Bila daxwaza me ya ji bo çûyîna Îmraliyê bê qebûlkirin, em ê Abdullah Ocalan bigirin bînin."   Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kiriye, berdewam dike. Bi domdarî tê gotin ku aştiyeke mayînde bi pêkanîna azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan re pêkan e. Endamên Meclisa Dayikên Aştîyê, ku di destpêka pêvajoyê de Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî jî gotibû ku biryara DMME’yê ya derbarê binpêkirina "mafê hêviyê" yê Abdullah Ocalan de divê bê bicîanîn, daxwaz kirin ku biryar bê bicîanîn û azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bê misogerkirin.   Dayika Aştiyê Muruvvet Demîrê, daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan kir û ev tişt got: "Em wekî dayik, dixwazin bi Şandeya Îmraliyê re biçin Îmraliyê. Dewlet hîn jî baweriyê nade me. Xwediyê vê dozê em in, me zarokên xwe winda kirin, me şehîd dan, tevî vê jî em dîsa aştiyeke birûmet dixwazin. Em dixwazin biçin Îmraliyê û bi rêzdar Ocalan re biaxivin. Heya rêzdar Ocalan ji bin zexta li Îmraliyê dernekeve, aştî nabe. Li hemberî wan zarok tune, zêdeyî salek derbas bû, dewletê hîn jî gavek neavêtiye. Em diçin sersaxiyan. Êrişeke zêde li ser me pêk tê. Em ê bi kesên ku tehemûlî cenazeyên me nakin re çawa li hev bên. Bila dev ji vê hişmendiya xwe berdin. Bila daxwaza me ya ji bo çûyîna Îmraliyê bê qebûlkirin. Em rêzdar Ocalan ji wir bigirin bînin. Bila biryara mafê hêviyê tavilê bê sepandin."   Muruvvet Demîrê, bang li malbatên leşker û polîsan kir ku ji bo zarokên wan nemirin, piştgiriyê bidin aştiyê. Herwiha Muruvvet Demîrê, ji ber neşandina endam a ji bo Îmraliyê li dijî CHP'ê bertek nîşan da û got ku CHP’ê şaşiyeke nû li şaşiyên xwe yên dîrokî zêde kir.   'ÊDÎ BES E'   Hatîce Yaşar, diyar kir ku Abdullah Ocalan bi salan e ji bo avakirina aştiyê têdikoşe û banga bicîanîna biryara "mafê hêviyê" kir. Hatîce Yaşarê, destnîşan kir ku gelê Kurd ji bo aştiyê têdikoşe û wiha axivî: "Lê ji aliyê dewletê ve hîn tiştek şênber li holê nîne. Em êdî naxwazin şer bibe. Bila mirov nemirin. Dayik 50 sal in digirîn. Êdî bes e. Ez neçûna CHP'ê ya Îmraliyê jî şermezar dikim. Aştî bi yek alî nabe, divê ew jî gavekî biavêjin. Ji bo girtiyan jî tu gavek nehatiye avêtin, zexta li ser wan hîn jî didome. Êrişên li ser cenazeyên me jî berdewam dikin. Heke aştiyê bixwazin, bila cidî bin. Gavên pêwîst bavêjin."   BANGA LI MALBATÊN LEŞKER Û POLÎSAN   Sebîha Tomrîş, rave kir ku ew di pêvajoyeke dîrokî ya aştiyeke bi rûmet re derbas dibin û got: "Heke rêzdar Ocalan tunebe aştî pêk nayê, em ê ji bo vê yekê çi ji destê me tê bikin. Dilê me şewitî ye, dîsa jî em dixwazin aştî pêk bê, xwîn bi xwînê paqij nabe. Em bi dayikên leşkeran re dest bidin hev, em herin Îmraliyê û em li ser aştiyê bipeyivin. Heya azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk neyê, dê baskekî çivîka aştiyê kêm be."   'BILA DEWLET BERPIRSIYARIYA XWE BICIH BÎNE'   Saadet Arcagokê jî anî ziman ku li hemberî gavên Abdullah Ocalan, dewlet di neavêtina gavan de israr dike û wiha pê de çû: "Em bi gavên rêzdar Ocalan avêtiye re ne. Rêzdar Ocalan ji bopêvajoyê dest dirêj kir. Divê em jî wî destî xurt bikin. Em wek dayik jî dixwazin di nava şandeya ku ji bo pêvajoyê hatiye avakirin de cih bigirin. Em jî dixwazin biçin Îmraliyê. Divê dewlet ji bo azadiya rêzdar Ocalan berpirsiyariya xwe bi cî bîn. Rêzdar Ocalan 3 gav avêtin, lêji aliyê dewletê ve hîn tu gav nehatiye avêtin. Divê ji aliyê dewletê ve tavilê gavên şênber bên avêtin."   MA / Fethî Balaman