Li qada şewitî 5 hezar darên berûyê hatin çandin 2025-12-14 16:38:27   AMED -  Meclisa Ekolojiyê ya Amedê, li Erxeniyê li cihê di şewatê de zirar gihiştibûyê 5 hezar darên berûyê çand.    Kampanyaya “Berûyekê jî tu kom bike, berûyekê jî tu dane” ya bi pêşengtiya Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê hatiye destpêkirin didome. Meclisa Ekolojiyê ya Amedê, di çarçoveya kampanyayê de li gundên KinEr û Dêlindere û mezrayên wan ên navçeya Erxeniyê daxuyanî dan. Hevşaredara Erxeniyê Bîrsen Azak Bayar li cihê şewata di 28’ê Tîrmehê de derketibû daxuyanî da û got ku ew ê xwezaya bi destê pergalê hatiye texrîbkirin dîsa zindî bikin.    Piştî axaftinan, çalakvanan li herêmê 5 hezar darên berûyê danîn.