Rojnamevan Aykol di çavdêriya awarte de jî dibe dengê girtiyan 2025-10-23 11:02:47   ENQERE - Xwîn çûbû ser mejiyê rojnamevan Huseyîn Aykol û niha di beşa çavdêriya awarte de tê tedawîkirin. Ji girtîgehan ku Aykol bi salan e dengê wan radigand, peyam jê re tên şandin.    Rojnamevan Huseyîn Aykol bi sala ye dengê girtîgehan radigihand. Her nameyeke ku ji bo Aykol tê şandin dibe şahidê berxwedan û binpêkirinên mafan. Aykol, girîngî dida her nameyekî û her hevokek bi hûrgilî dixwend. Gelek caran neçariya di nava rêzikan û carînan jî îradeyeke xurt bi hevokan ve rave dikir. Aykol, ji bo girtiyan deriyeke li derve bû.   Lêbelê Huseyîn Aykol, niha li Enqereyê di odeya nexweşxaneyekî de di beşa çavdêriya awarte de ye. Di 14’ê Cotmehê de xwîn çû ser mêjiyê wî û hat entubekirin, piştre enfeksiyonê xwe bera pişika wî da. Rewşa tenduristiya wî hêj di xetereyê de ye.    Tolga Ari yê ku di Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê de tê ragirtin, di 27’ê Îlonê de di nameya xwe de qala binpêkirinên li girtîgehê kir. Ari, diyar kir ku rexmê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de rewşa tundiyê li girtîgehan neguheriye. Di nameya xwe de bal dikşîne ser tundî û mercên giran ên li girtîgehê.   Yûsûf Kenan Dînçoz ê ku di Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Wanê tê ragirtin, di nameya xwe ya ku di 6’ê Cotmehê de ji Aykol re şandibû de qala binpêkirinên di girtîgehê de yên mehên Tebax-Îlonê kir û wiha nivisiye: “Dil û dengê gelan tu car nayê bêdengkirin.”   ‘GEF LI JIYANA HEVALÊN ME TÊ XWARIN’   Dînçoz, rave kir ku tedawiya bi kelemçe hêj tê ferzkirin û ji ber tedawiya bi kelemçe red dikin mafê wan ê tedawiya tê astengkirin. Dînçoz, qala rewşa xwe û 5 girtiyên ku 8 sal in bi kêfî di hucreyên yekkesî de tên ragirtin kir û ev tişt got: “Ev girtî beriya sirgûnê vê derê bên kirin, di girtîgehên lê diman de bi girtiyên din re diman. Lê niha li vir di hucreyên yekkesî de tên ragirtin û bi vî rengî tên cezakirin. Ev cezakirina taybet 104 meh in didome. Hevalên me Yûsûf Kenan Dînçoz, Talat Şanli, Taner Korkmaz û Mûrat Kaymaz ên ku bi nexweşiya Wernicke-Korsakoff, tansiyon, dil û mîgrenê ketine, xetere li ser jiyana wan heye. Em dixwazin ku ev cezakirina bi kêfî bêdawîkirin û hevalên me derbasî odeyên 3 kesî bibin.”     ‘BILA SÎNORÊ HEJMARA PIRTÛKAN BÊ RAKIRIN’    Dînçoz, diyar kir ku pirtûk, kovar û rojname tevî ku mafê bingehîn ên qanûna bi  5275’an e, pirtûk, kovar û weşanên din tên xespkirin û got: “Pirtûkên ku der barê wan de biryara qedexeyê nîne û di çarçoveya xala 62’yan de ne tên qedexekirin. Kovar û weşanan berî di çarçoveya xala 69’an de kategorîze dikin û piştre li gorî xala 77a’yê dibêjin ‘ne pirtûk û kinc in’ û kom dikin. Em dixwazin pirtûk, kovar û weşanên ku der barê wan de biryara komkirinê nînin bên dayîn û sînorê hejmara pirtûkan bê rakirin.”    BINPÊKIRINÊN MAF   Dînçoz, destnîşan kir ku bi giştînameya hejmar 45/1 a Wezareta Dadê ya sala 2007'an ve sepana "mafê sihbetê yê heftane 10 saet" ketiye meriyetê lê bi vê sepanê nayê kirin. Bi domdarî Dînçoz got ku mafê sihbetê yê li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Wanê tenê sê saet mafê sihbetê tê dayin û piştî pandemiyê jî daxistine du saet û nîvan. Dînçoz, bal kişand ser cezayên displînê û ragihand ku di Tebax-Îlonê de 15 roj cezayê hucreyê li wî hatiye birîn û 10 roj li Mûrat Kaymaz htiye birîn. Dînçoz, got ku di vê pêvajoyê de televîzyona wan hatiye girtin, mafê derketina hewşê hatiye bisînorkirin û nekarîne mafê xwe yê ragihandinê bi kar bînin.   Herwiha Dînçoz, di nameya xwe de destnîşan kir ku ji ber astengkirina mafê tedawiyê yê Talat Şanli dirûşma “tedawî maf e nayê astengkirin” berz kirine der barê wan de lêpirsîna disiplînê hatiye destpêkirin û mehekê cezayê qedexeya hevdîtina bi malbatê re li wan hatiye birîn. Dînçoz, da zanîn ku rêveberiya girtîgehê bi vê jî bisînor nemaye û xwestiye der heqê wan de li dozgeriyê serlêdana sûc bike lêbelê dozgeriyê jê re gotiye ku tu hêmayeke weke sûc nîne.   Dînçoz, rave kir ku di sewqên nexweşxane û girtîgehan qayîş û saet li wan tê qedexekirin û bi salan e nikarin bibin aboneye rojnameyên Evrensel, Yenî Yaşam, Yenî Asya û rojnameyên ku abone ne û got ku dereng ji wan re tên dayin.    Dînçoz, ragihand ku Rabbena Hane ji ber cezayê muebeda giran xwariye bi hinceta “rêgeznameya hundir" bi salan e dernaxin qada hevpar.   MA / Denîz Karabudak