Neviyê Şêx Seîd: Em ê piştevaniya aştiyeke adilane dikin 2025-06-28 09:02:25 AMED - Neviyê Şêx Seîd, Kasim Firat têkildarî pêvajoyê axivî û got: "Em ê piştevaniya aştiyeke adilane bikin. Ji bo aştiyeke mayînde, cenazeyê 47 kesan teslîm bikin. Ger ev gav bê avêtin dê baweriya me xurttir bibe.” Şêx Seîd û 46 hevalên wî, di 29’ê Hezîrana 1925’an de bi biryara Dadgeha Îstiqlalê li Qada Derê Çiyê ya Amedê hatibûn darvekirin. Rexmê bihurîna 100 salan li ser ser darvekirina wî, hêj cihê gora Şêx Seîd û hevalên wî nehatiye aşkerakirin. Hewldanên ji bo vê yekê hatin kirin jî bê ancam man.     Serokê Komeleya Perwerde û Çandê ya Şêx Seîd û nêviyê Şêx Seîd Kasim Firat, ji bo dîtina gorê di 2009’an de serî Wezareta Karê Hindur da. Wezaretê bersiva serlêdanê neda. Piştre Dadgeha 5’mîn a Îdarî ya Enqereyê serlêdan hate kirin û dadgehê di bersiva xwe de ev tişt got: “Der heqê gorê de qeydên arşîvê nehatiye dîtin.”   ‘TÊKOŞÎNA HEZAR SALÎ DIDOME’   Kasim Firat, bibîr xist ku Şêx Seîd û hevalên wî li dijî polîtîkayên înkarkirina Kurdan serî rakirine. Firat, destnîşan kir ku Şêx Seîd gotiye: “Em li vir in, em xwediyê vê ernîgariyê ne, zimaê me heye. Divê em li gorî baweriya xwe bijîn” û serî hildana. Firat, diyar kir ku ev têkoşîn hezar sal e didome.    Firat, wiha pê de çû: “Gelê Kurd dev ji têkoşîna xwe bernade. Dêrsim, Koçgirî, Mahabad… Li her derê serî hildane û têkoşiyane. Ev encama têkoşîna 1925’an e. Îro jî ev yek didome.” Firat, tekez kir ku dê bi polîtîkayên tunekirin û înkarê ve encam negirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Kurd hene, xwediyê vê axê ne. Çareseriyeke adil pêwîst e. Ger hikûmet, aştiyeke adil, birûmet û mayînde pêk bîne em ê jî piştgiriyê bidin.”   ‘DIVÊ KURD BIBIN XWEDÎ STATU’   Firat, destnîşan kir ku divê daxwazên Kurdan bêne qebûlkirin û wiha domand: "Aramiya Rojhilata Navîn encax wiha dê pêk bê. Heta îro hêzên emperyalîst li gelê Kurd tundî kir. Ji vir û şûnde dê wiha nebe. Divê bi Kurdan re rûnin, statü û mafên wan ên hiqûqî nas bikin. Armanca sereke a gelê Kurd bidestxistina statüye ye.”   Firat, diyar kir ku di têkoşîna 100 salan de gelek berdel hatine dayîn û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Xetên me yên sor hene. Em ji hebûna xwe, nasnameya xwe, baweriya xwe û ji nasnameya xwe ya neteweyî tawîzê nadin. Ger em bi hevre welat ava bikin, divê em destûrê nedin ku welatê me bê dagirkirin. Dê siyaseta Kurd jî vê yekê qebûl neke. Ger di pêşerojê de jî ev yek neyê rojê vê dê aştî pêk neyê. Dibe ku tenê bo çend salan aştî pêk bê. Divê Kurd di erdnîgariya xwe de bi îradeya xwe ve bijîn. Ger em aştiyeke mayînde bixwazin divê mafên Kurdan ên hiqûqî bê naskirin.”    Firat, bangî rêxistin û partiyên Kurdan kir û got: “Dibe ku îdeolojî û partiya her kesî cuda be. Lêbele ji bo berjewendiya gelê Kurd her kes bê ba hev.”   ‘CIHÊ GORÊ AŞKERA BIKIN’   Firat, bangî dewletê kir û wiha pê de çû: “Ev sed sal e hûn Kurdan dikujin. Kurd jî ji mirinê natirsin û şûn ve gav neavêjin. Dê ev yek wiha neçe. Êdî kêr gîhaye hestî. Werin em mafên Kurdan qebûl bikin. Bi mirinê ve ev yek çareser nabe. Ji bo gelê xwe û aramiya Rojhilata Navîn, têkiliyên xwe bi Kurdan re xurt bikin.”   Firat, destnîşan kir ku Şêx Seîd tevî 46 hevalên xwe ji bo Kurdan bûne sembol û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em dibêjin, cenazeyê me teslîm bikin. Hêj jî dibêjin ‘agahiya me nîne’. Ev şerm e. Ji bo aştiyeke mayînde, divê berê cenazeyê 47 kesên ku bûne sembola Kurd û Kurdistanê bên teslîmkirin. Bila Kurd karibin, li ser gorên wan Fatîha bixwînin. Ev gava herî girîng e. Ger ev gav bê avêtin dê baweriya me xurttir bibe.”   MA / Mujdat Can