Doza Hevşaredara Hênê hate taloqkirin 2025-06-26 12:17:21   AMED - Danişîna doza Hevşaredara Hênê Besîle Narînê ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tê darizandin, ji bo amadekirina mutalaayê hate taloqkirin.    Danişîna doza Hevşaredara Hênê ya Amedê Besîle Narînê ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tê darizandin, li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat lidarxistin. Besîle Narîn û parêzerê wê Yûsûf Çakas di danişînê de amade bûn. Besîle Narînê diyar kir ku parastina xwe ya berê dubare dike û îfadeyên şahidan jî red dike.    Şahidê aşkera Merdan Ruştuovalioglû got ku ew Besîle Narînê nas nake, kesên teşhîs kirî nayên bîra wî û got ku bi nîşandana wêneyan teşhîs bi wî hatiye kirin.    Parêzer Yûsûf Çakas jî piştî parastina xwe daxwaza rakirina qedexeya derketina derveyî welat kir.    Şandeya dadgehê hemû daxwaz red kir û ji bo dozgerî mutalaayê amade bike danişîn taloqî 11’ê Mijdarê kir.