Mulkiye Bîrtane: Jin dê dîplomasiya yekitiyê bimeşînin 2025-06-24 10:20:09   AMED -  Ji Platforma Yeklitiya Jinên Kurd Mulkiye Bîrtane ku tev li konferansê bûbû, wiha got: "Aştiya herî mezin ji ewil nav xwe tê kirin. Ev jî dê bibe dîplomasiyeke ku yekitiyê esas digire. Jin dê dîplomasiya vê bimeşînin."     Platforma Yekitiya Jinên Kurd di 21-22’yê Hezîranê de li Amedê 3’yemîn Konferansa xwe li dar xist. Konferans, bi dirûşma “Bi yekitiya jinên Kurd, ber bi yekitiya neteweyî ve" hat lidarxistin û 4 atolye hatin lidarxistin. Di atolyeyan de rola jinan a di qada ziman û çandê de, rola wan a di avakirina “Aştî û Civaka Demokratîk” de û rê û rêbazên li dijî qirkirin û tundiya li dijî jinan hatin nîqaşkirin.    Wekîla berê Mulkiye Bîrtane ku tev li konferansê bûbû, têkildarî konferansê û rojevên derketin pêş axivî.    ROLA KU DÊ JIN LI XWE BIGIRIN    Mulkiye Bîrtane, diyar kir ku di konferansê de li ser pirsgirêkên jin dijîn sekinîne lê rojeva wan a sereke Yekitiya Neteweyî ya Gelê Kıurd û aştî bû. Mulkiye Bîrtane, destnîşan kir ku di konferansê de pirsa “Gelo dê jin di pêvajoya ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd de çawa cih bigirin” jî bersivandine û ev tişt anî ziman: “Konferans piştî 6 salan hat lidarxistin û nirxandinên girîng derketin pêş. Vê jî hêvî da me.” Mulkiye Bîrtane, daxuyand ku di demeke Rojhilata Navîn jinûve tê dîzaynkirin û Şerê 3’yemîn ê Cîhanê tê jiyîn de bi “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re pêvajoye hatiye destpêkirin û wiha pê de çû: “Di xwezaya jinan de aştî, di rêza ewil de cih digire. Rola jinan a di aştiyê de zêde ye. Dema jinan dersoka xwe avêtin erdê, şer bi dawî dibe. Di xwezaya jinan de edalet û azadî heye. Gelo dê niha di pêvajoya aştiyê de bi roleke çawa rabe? Ev hate nîqaşkirin. Piştgiriya jinan a ji bo pêvajoyê di konferansê de careke din derket holê.”    MALBATA DEMOKRATÎK   Di berdewamê de Mulkiye Bîrtane bi lêv kir ku her kes êdî li ser mijara “gelo dê civaka demokratîk çawa ava bibe” diaxive û ev nirxandin kir: “Ev demekî dirêj e em dibêjin ‘malbata demokratîk.’ Ji ber ku heke malbat demokratîk bibe dê bi xwe re civakeke demokratîk biafirîne. Civak, ji şexsan pêk tê. Heke ev kes demokratîk nebin, dê civakê bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû bihêlin. Heke maf û azadî neyên naskirin, civak jî demokratîk nabe. Heke dayik û bav di nava malbatê de demokratîk nebin, ev bandorê li zarok, tevahiya malbatê û civakê dike. Heke malbat azad nebe, civak jî azad nabe. Em her tim dibêjin ‘Heke jin azad nebe civak jî azad nabe.’ Jin, ji bo azadiyê têdikoşin lê divê ji bo veguherandina pergala mêrê serdest, jin û zilam bi hev re têbikoşin. Divê her du bi hev re hev azad bikin. Dema hejmara malbatên demokratîk zêde bû jî ev yek dê bibe zemîna avakirina civakeke demokratîk.”    CIVAKA HILDIBERÎNE CIVAKA AZAD E   Mulkiye Bîrtane, got ku rastiya civakeke ji hilberandinê dûr hatiye xistin heye û wiha pê de çû: “Civakeke tenê di mezêxe heye. Civakeke hildiberîne, rê li ber civakeke demokratîk vedike. Li Kurdistanê gelê me koçî cihên cuda dikin. Heke em bikarin li ser vê xaka qedîm û bi bereket hilberînê bikin, wê demê dê bi avabûna aboriyê re civakeke demokratîk jî çêbibe. Di civakeke demokratîk de tu kes tundiyê li tu kesekî nake.”    DI DÎPLOMASIYÊ DE JIN DÊ CIH BIGIRIN   Mulkiye Bîrtane, da zanîn ku konferansa wan li ser bingeha yekitiya neteweyî hate kirin û axaftina xwe wiha qedand: “Konferansa yekitiya neteweyî ya Kurd di sala 2010’an de li Amedê û di 2012’an de jî li Hewlêrê hate kirin. Wê demê ez di nava xebatan de bûm. Hêviyeke mezin da civakê lê piştre ev xebat sekinîn. Her çend kêm jî bin niha çendek gav tên avêtin. Hemû aliyên Kurd lihev kirin ku bi hikûmeta Sûriyeyê re hevdîtinan bikin. Em dikarin vê, li her çar parçeyên Kurdistanê bikin. Jin dê dîplomasiya vê bikin. Wekî min di serî de jî anîbû ziman, di xwezaya jinan de aştî heye. Di bingeha vê dîplomasiyê de jî dê yekitiya neteweyî hebe.”    MA / Mujdat Can