Li Silopiyayê tundiya mêr: Jina ducanî pitika xwe winda kir 2025-06-23 11:07:53   ŞIRNEX - Li Silopiyayê jineke ducanî rastî tundiya xezûrê xwe hat û ji ber êrişê ji cêwiyên xwe yek jê winda kir.    Li bajarokê Tilqebîn ê navçeya Silopiyayê jineke ducanî ku navê wê nehat zanîn, rastiya tundiya xezûrê xwe hat. Kêliyên tundî li jina ducanî tê kirin ji hêla kamerayên kargeheke ve hatiye kişandin. Laşê jina ducanî ji ber tundiyê reş û şîn bûye.    Hate zanîn ku jin ducaniyan cêwiyan bû û ji bo tedawiyê rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê. Di kontrolan de hate tespîtkirin ku ji cêwiyan yekî jê jiyana xwe ji dest daye. Hate diyarkirin ku rewşa tenduristiya ya jina ducanî niha baş e lê nehat zanîn ka têkildarî zilamê tundî kirî kirariyek hatiye kirin an na.