Xwebûn vê hefteyê bi manşeta ‘Îran-Îsraîl ji heman qumaşî ne’ derket 2025-06-23 10:45:30     NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameya Xwebûnê vê hefteyê bi manşeta “Îran-Îsraîl ji heman qumaşî ne!” gihişt ber destê xwînerên xwe.    Rojnameya Xwebûnê di hejmara xwe ya 288’emîn de bi manşeta “Îran-Îsraîl ji heman qumaşî ne!” gihişt ber destê xwînerên xwe. Rojnameyê, hevpeyvîna Rohat Bulut a bi rojnameger Resûl Geleban a der barê şerê Îran û Îsraîlê de derxistiye manşeta xwe. Rojnameger Geleban, diyar dike ku rejîma Îranê û Îsraîlê her du jî ji heman qumaşî ne û li herêmê li dû serweriyê ne. Geleban dibêje: “Her du jî li dijî azadiya gelan e. Lê hêzên Kurdî; wekî Komele, PJAK û PDK-Î xwe rêxistin û organîze bikin di warê leşkerî û civakî de dikarin parçeyekî din ê Kuristanê rizgar bikin.”   Her wiha di hejmara vê hefteyê de nivîskar Roliyana Ahmed, Sara Ronî, Mehmet Alî Ertaş, Veysel Avci, Rohat Bulut, Abdulvahap Basmaci, Seyîtxan Anter, Arslan Ozdemîr, Felemez Ulug, Zafer Pîran, Serdar Altan, Ramazan Olçen, Medenî Ferho, Siyabend Aslan, Ekrem Berekat, Mamoste Silêman, Fatma Taşli Tunç, Abdullah Ongullu Şêrwî, Musa Şanak û Necah Îbrahîm bi nivîsên xwe di rojnameyê de cih girtin.