Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk ji bo rakirina dorpêça li ser Mexmûrê bang kir 2025-06-20 12:47:21 AMED - Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk bertek nîşanî dorpêça li ser Kampa Mexmûrê da û bang li hikûmetên Enqere, Hewlêr û Bexdayê kir ku mafên gel nas bikin.    Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk, têkildarî dorpêça li ser Kampa Penaberan a Mexmûrê ku ji 10’ê Nîsanê heta niha didome, daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de banga rakirina dorpêçê hate kirin.    Daxuyaniya înîsiyatîfê wiha ye:    “Gelê Kurd ji ber polîtîkayên neyînî yên dewletên Rojhilata Navîn heta roja îro bi gelek şert û mercên dijwar re rûbîrû ma. Li hin welatan hebûna wan hat înkarkirin, li hin welatan jî mafên wan ên sîyasî û çandî nehatin qebûlkirin. Di encama van polîtîkayên antî-demokratîk de an zîndan, an goristan, an welatê xerîbiyê bû para bi milyonan keç û xortên Kurd. Ji van yek encama girîng jî bêguman îro Wargeha Penaberan a Mexmûrê ye.    JI BER ZEXT Û ZORDARIYÊ KOÇ BÛN    Mixabin ku li Tirkiyeyê di salên 90’î de li ser gelê Kurd zilm û zordariyeke giran hat meşandin. Lewra ji bo pirsgirêka Kurd rêya çareseriyeke demokratîk nehat vekirin, li her derê polîtîkayên ewlehiyê hatin pêkanîn. Di çarçoveya van polîtîkayan de bi hezaran gund hatin şewitandin, hatin valakirin û ji wan gundan bi hezaran kes hatin koçberkirin. Ji ber vê, di salên 93-94’an de bi hezaran kes neçar man û berê xwe dan başûrê Kurdistanê.    TEVÎ DI BIN SÊWANA NY’Ê DE YE JÎ RASTÎ ÊRIŞAN HAT   Rêwîtiya zarok û ciwan, jin û mêr ji kampên curbicur heta Zaxo û ji wir heta Mexmûrê di nava zehmetiyeke giran de derbas bû. Lewra ancax piştî çend salan şunde ji aliyê Neteweyên Yekbûyî wek penaberên sîyasî hatin qebûlkirin û Wargeha Penaberan a Mexmûrê ket bin banê Neteweyên Yekbûyî. Lê her çiqas Wargeha Mexmûrê di bin sêvana Neteweyên Yekbûyî de be jî, bi gelek caran rastî êriş û astengiyan hatiye, mixabin hê jî ev rewş neguheriye.    DAIŞ, BOMBEBARAN, AMBARGO   Di nava çend salên borî de, li Wargeha Mexmûrê ji bombebaranên hewayî heta êrişên DAIŞ’ê, ji ambargoyên jiyanî heta êrişên fîzîkî gelek bûyer pêk hatin. Nemaze ji ber xemsariya nûnertiya Neteweyên Yekbûyî, mafên penaberan ên ji aliyê zagonên navneteweyî tên parastin, pirr caran ji hêla hêz û dewletên herêmê hatin binpêkirin. Bi vî awayî, jiyana rojane yên mirovên li Wargeha Mexmûrê ku ji 13 hezar kesî zêdetir e, roj bi roj tê dijwarkirin.    AMBARGOYEKE GIRANKIRÎ HEYE   Herî dawi, li ser Wargeha Mexmûrê ji aliyê Hikûmeta Bexdayê ji 10’ê Nîsana 2025’an vir de ambargoyeke girankîrî tê meşandin. Di encama vê ambargoyê de pêwistiyên rojane yên gelê sivîl nayên tedarîkkirin, xizmetên şaraderiyê nayên kirin, mafê tenduristî yên şêniyên wargehê tê astengkirin. Her çiqas ji bo rakirina ambargoyê şandeyek 14ê Gulanê diçe Bexdayê lê di rêya vegerê de ji aliyê hêzên Iraqê ve tên girtin û heta niha jî nehatine berdan.    AMBARGO ŞERMEZAR KIR   Em wek Înisîyatifa Yekitîya Demokratîk ambargo û rêgiriya li ser Wargeha Penaberan a Mexmûrê qebûl nakin û bi tundî şermezar dikin. Di heman demê de em helwesta nûnerên berpirsiyar ên Neteweyên Yekbûyî jî rexne dikin û bang li wan dikin ku demildest li gorî rol û mîsyona xwe tevbigerin. Di vê çarçoveyê de divê ambargo were bidawîkirin, mafê tendurîstî û geşt û xebatê were parastin, pêşî li êrişên hewayî û dorpêça wargehê were girtin.    BANG LI HIKÛMETA IRAQÊ KIR   Banga me li Hikûmetên Bexda, Hewlêr û Enqereyê ye ku divê mafên gelê sivîl ên Wargeha Mexmûrê were naskirin û parastin. Lewra Mexmûr, cihê bi hezaran kesên sivîl e û li wir 31 sal e jiyaneke sivîl heye. Divê tu car neyê jibîrkirin ku çîroka gelê Mexmûrê, ji yek çîroka civakekê ye ku di nava zor û zehmetiyan de dev ji rûmet û hebûna xwe bernedaye. Em dizanin ku sedema êrişên li ser gelê Mexmûrê jî ev heqîqet e.   Em ê li hemberî êriş û ambargoyên li ser penaberên Mexmûrê tu car bê deng nemînin û her tim ligel xwişk û birayên xwe bin. Hêvî û banga me ew e ku bila demildest daxwaz û bendewariyên penaberên Mexmûrê werin bicîhanîn. Lewra polîtîkayên li ser Wargeha Mexmûrê li gorî yasayên hiquqî yên navneteweyî û biryarên Neteweyên Yekbûyî jî sûc e û nayê qebûlkirin.”