Nobeta li dijî tiryakê: Werin em ciwanên xwe xilas bikin 2025-06-19 13:32:43 AMED - Beşdarên nobeda Platforma Şiyar Be! Têkoşîna Li Dijî Tiryakê, ji bo Amediyan banga “Werin em ciwanên xwe xilas bikin” kirin. Platforma Şiyar Be! Têkoşîna Li Dijî Tiryakê, di 14’ê Hezîranê de bi şiara li dijî tiryak û fihûşê “Em civakê biparêzin” li navçeya Peyas a Amedê di 14’ê Hezîranê de meş li dar xist û li Parka Rojava kon vekir. Li konê ku pankarta “Xwe jehrî neke, ked bide” hate aliqandin her roj di saet 17.00’an de çalakiyên têkildarê têkoşîna tiryakê tên lidarxistin. Çalakiya ku gelek welatî û saziyên civakî beşdar bûbûn, piştî belevokan bi ciwanan re der barê zirarên tiryakê suhbet hate kirin. Çalakiya ku malbat û ciwanan eleqeyek zêde nişan dabû da jinan qala pirsgirêkên tiryakê yên ku li kolanan dibînin kirin. Nobeda ku dê heta dawiya heftê bidome, rawestgeha wê dê navçeya Rezan an Sûr be.   ‘EM Ê LI HEMÛ NAVÇEYAN BIXEBITIN’   Endamê Platforma Şiyar Be! Têkoşîna Li Dijî Tiryakê Mahsûm Ozaksoy, diyar kir ku armanca nobedê ji bo hestiyariyê ya û gel eleqe nîşan daye. Her wiha Ozaksoy destnîşan kir ku divê her kes ciwanan ji tiryakê xilas bike. Ozaksoy, qala bûyerekê kir û got: “Dema xebatê ciwanekî pêşiya me birî. Ji me re got ku bavê wî yê 54 salî tiryakêş e. Ji bo çareseriyê bi me re beşdarî xebatê bû. Kesên ku vî karî dikin, êdî dê nikaribin bi rehetî tevbigerin.” Ozaksoy, diyar kir ku dê ji bo vê li hemû navçeyên Amedê bixebitin û ji bo welatî û saziyên civakî banga berpirsiyariyê kir û got: “Em bi hêvî ne ku dê li hember tiryakê hestyariyek çêbibe. Em bang dikin ku her kes xwedî li vê xebatê derbikevin.”   ‘WERIN EM CIWANÊN XWE XILAS BIKIN’   Nobedara piştevaniyê Melîha Gurluk, diyar kir ku tiryak fena kormikê nava sivê ye û ciwan û civakê genî dike û got: “Dê heta kengî dewam bike? Pêşiya ciwanan girti ne tenê wan ji bo tiryakê didafînin. Ev polîtîka bi zanebûn tê rêvebirin. Em çawa dikarin ciwanan ji tiryakê xilas bikin. Keçên me yên ciwan ber bi fihûşê û dejenerebûnê û xort jî ber bi tiryakê ve diçin. Em bi hevre ciwanên xwe ji vê xirabiyê xilas bikin.”   Melîha Gurluk qala suhbeta xwe û ciwanekî ku hatibû serdana wan kir û got: “Hinek ciwan hatin, rûniştin me suhbet kir û ji me alikarî xwestin. Lê min ciwanên tiryakêş jî ferq kir, hatin rûneniştin. Nexwestin bi me re suhbet bikin gotin ‘Xweşkê, hûn çi bikin ji kesê bikar bîne hûn nikarin pêşiyê lê bigrin. Li dayik û bavê xwe guhdar nakin dê li me guhdar bikin.’ Min çend caran bangî wan kir nehatin. Ez bangî malbata wan dikin werin em ciwanên xwe xilas bikin.”   ‘DIVÊ HER KES BERPIRSIYAR BE’   Endama Alîkarî û Piştevaniya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Windakirin re (MEBYA-DER) Meryem Soylû jî ev tişt anî ziman: "Ji bo ciwanan ji gel û siyasetê dûr bixin wan jehrî dikin. Ciwanên tiryakêş her tiştî dikin. Lewre hişê wan ne li serê wan e. Ev dejenerasyonek civakî ye jihevketina malbatan e. Divê her kes li dijî tiryakê berpirsiyar be hişyar be. Îro em li vir in lê ciwanên me nayên. Ev pargal ciwanên me jehrî dike. Li park û li dibistanan tiryakê didin wan. Divê em li tax, park û li malan xwedî li ciwanên xwe derbikevin. Em li hember tiryakfiroşan bi hevre têbikoşin.”    ‘EM JI BO CIVAKEK EXLEQÎ Û POLÎTÎK TÊBIKOŞIN’   Beşdarê çalakiyê Hevşaredarê Sûrê Adnan Orhan wiha axivî: “Li ser ciwanên me şerek taybet tê birêvebirin. Em di nava civak û lu taxan dibinin ku gelek ciwanên me bûye tiryakkêş. Em ê bi Platforma Şiyar Be! re ji bo pêşeroja xwe û ji bo civaka exleqî û polîtîk bixebitin.”    Hevşaredara Rezan Leyla Ayaz diyar kir ku navçeyên herî zêde tiryakkêşî li belav bûye navçeya Rezan e û zarokên 7 salî jî êdî bikar tînin û got: “Ev kar tenê bi reveberiyên herêmî an bi xebatên platformê ve çareser nabe. Divê em wek civakî jî hestiyariyek li heber tiryakê çêbikin. Dê gelê me pêşengiya vê bike û pitgiriyê bidin têkoşîna li dijî tiryakê.”   MA / Bêrîvan Altan