Rêyên Zozanên Feraşînê bêrîvan bêzar kir 2025-06-17 09:18:49 ŞIRNEX - Bêrîvanên ku li Zozanên Feraşînê bi sewalkariyê ve debara xwe dikin, diyar kirin ku di salên berê de pereyê ku şaredariyê ji bo rê dida hatiye birîn û bertekên xwe wiha nîşan dan: “Pere tê lê nagihije ber destê me.”   Zozanên Feraşîne ya li navçeya Elkê ya Şirnexê, hem ji bo gelê herêmê çavkaniya debarê ye û hem navenda sewalkariyê ye. Salane di navbera 500 hezar û mîlyonekî de ajal tê berdan bo zazanên wê, bêrîvan bêzar in. Bêrîvanên ku her roj diçin zozanan, ji ber lêçûnên rê debar nakin.    Bêrîvanên Elkê di danê sibê de bi wesayîtan ve, di rêyên toz û kort de diçin cihê dotina pez. Bêrîvanên ku li vir ajalan didoşin, ber bi êvarê ve tevî şîr li wesayîtan siwar dibin û vedigerin navendê. Her cara ku bêrîvan diçin zozanan ji bo heqê rê di navbera 500-2000 TL pere didin. Bêrîvanan, ji bo piştgiriya heqê rê sala 2023’yan de serî li şaredariyê û li muxtar dan. Li ser vê yekê Şaredarê Elkê yê AKP’î, ji bêrîvanan re diyar kiribû ku dê ev heq her sal ji bo wan bê dayîn, lê bêrîvan dibêjin ku ev 2 sal e me qiruşek negirtî.    Pirsgirêka rê û bihabûna mazotê, çûyîna zozanan bo bêrîvanan bareke giran çêdike û dibe îşkence. Bêrivanan hem ji ber rewşa rê û hem ji bo birîna heqê rê bertekên xwe nîşan dan.   ‘PERE TÊ LÊ NAGIHÎJE BER DESTÊ ME’   Kewzer Yacan a ku li zozanan bi malbata xwe re debara xwe bi sewlakariyê dike, her roj diçe zozanan û vedigere. Kewzer Yacanê got: “Her roj serê sibê em diçin û êvarê vedigerin. Em rojane hezar TL heqê rê didin. Ma xwedê vê yekê qebûl dike? Ne muxtar, ne şaredarî û ne jî qeymeqan çareseriyê dibîne. Dema xestina dengan tên lê bi derdê me re eleqedar nabin. Di sala 2023'yan de şaredariyê ji bo rê piştevaniya me kir. Ji wê rojê û vir ve piştevanî nehat dayîn. Ji bo careke tenê hat dayîn. Îsal jî qurişek nedan me. Pere tê lê naghîje ber destê me. Heqê me tê xwarin.”   ‘KES LI HALÊ XIZANAN NAPIRSE’     Mome Yacan a bêrîvan, diyar dike debar her diçe zehmettir dibe û got: “40 pezê min hene û li malê jî 6 zarok hene. Ne rê tê çêkirin û ne jî heqê rê tê dayîn. Ji bo çûyîna zozanan em heqê rê dora 500-2000 TL didin. Li gorî dûrbûnê em heqê rê didin. Şaredariyê piştevaniya ku 2 sal berê da, birî. Rexmê giraniya heqê rê em neçar in ku herin û werin. Lewre kareke em bikin nîne. Debara me tenê sewalkarî ye. Kes li halê xizanan napirse, her kes bê deng e. Bila rayedar dengê me bibihîzin.”   ‘ZOZANÊN FERAŞÎNÊ TUNE TÊN HESIBANDIN’   Şehmûs Yacan diyar dike ku Zozanên Feraşînê ne tenê cihê debarê ye heman demê de cihê turîzmê ye û bi zanebûn ev der tê paşguhkirin û Yacan destnîşan kir ku her roj bi sedan wesayît tên zazanan lê ji ber xirabûna rê careke din kes naxwaze bê û got: “Zozanên Feraşîn ji bo gelê Şirnex, Colemêrg û Wanê cihê nefesgirtinê ye. Rojane dora 500 wesayîtan tên vir. Lêbelê kesên ku carekî van rêyan dibînbin careke din naxwazin bên. Ne rê heye ne xizmetguzarî. Di vê rê de motor jî derbas nabe. Her sal dora mîlyonek sewal tên vir lê tu piştevanî nîne. Divê rayedar demildes rêya me çêbikin.”   MA / Zeynep Durgut