Li Qoserê mirina jinekê ya bi guman 2025-06-04 13:55:40   MÊRDÎN - Li Qoserê hat îdîakirin ku jina bi navê Tuba Gorgun a 26 salî ya dayika 3 zarokan dawî li jiyana xwe aniye.    Li gorî îdîayan, di bûyera ku duh li navçeya Qosera Mêrdînê pêk hat de jina ciwan a 26 salî Tuba Gorgun a dayika 3 zarokan dawî li jiyana xwe anî. Xizmên Gorgun li dû guleyên çekê çûn cihê bûyerê, der barê bûyerê de ekîbên tenduristiyê agahdar kirin. Tîmên tenduristiyê Gorgun a bi giranî birîndar bû rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê. Tevî hemû mudaxaleyan Tuba Gorgun a li nexweşxaneyê tedawî didît nehat rizgarkirin.    Der barê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.