Halîde Turkoglû: Di komîsyonê de hewceye jin pêşeng bin HATE NÛKIRIN 2025-05-21 10:37:27   ENQERE - Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû têkildarî nîqaşên ser avakirina komîsyona têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd axivî û got ku divê jin di komîsyonê de pêşeng bin.   Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû, beriya civîna Meclisa Jinan, li navenda giştî ya partiyê geşedanên di rojevê de nirxand.    Halîde Turkoglu bal kişand ser salvegera sirgûnkirina Çerkesan û komkujiya ku li ser wan pêk hat. Halîde Turkoglû komkujî şermezar kir û diyar kir ku ji bo ev rewş weke qirkirin bê qebûlkirin têdikoşin divê û ew ê vê têkoşînê bidomînin. Halîde Turkoglû bal kişand ser kongreya ku di navbera 15-17'ê Gulanê de li Silêmaniyê ji aliyê Koordînasyona Jinên Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê ve bi dirûşma "Ber bi Civaka Demokratîk a li ser bingeha Şoreşa Jinê ve" pêk hat. Halîde Turkoglu diyar kir ku encamnameya kongreyê belgeya daxwaza aştî û demokrasiyê ye.   GIRÎNGIYA CIVAKA DEMOKRATÎK    Halîde Turkoglu bal kişand ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di 27'ê Sibatê de kir û wiha got: “Helbet bar û berpirsiyariya pêvajoyên wiha yên dîrokî giran e. Lê belê em jin nûnerên kevneşopiyeke ku em ê bi awayekî herî xurt barê vê pêvajoya dîrokî û aştiya bi rûmet hilgirin ser milên xwe. Em nûnerên têkoşîna ku ji bo vê yekê gelek berdêl û ked daye ne. Mîrateya jinê ya ku me wergirtiye jî bi tecrûbeyên ku em ê vê pêvajoyê bi awayekî herî xurt rêve bin tije ye. Em jin di warê avakirina aştî û civaka demokratîk de xwedî ezmûneke xurt in. Bi van hest û ramanan em bê dudilî vê yekê dibêjin. 'Banga Aştî û Civaka Demokratîk' ya birêz Ocalan jî banga guhertin û veguhertina civakî ye. Em ne ji bo civakeke ku jin tê de bên qetilkirin, tundî li wan bê kirin, bên paşguhkirin û xizan bin,  em ji bo civakek bê tundî û îstîsmar têdikoşin. Ji vê re jî dibêjin civaka demokratîk.   DIVÊ GAVÊN ŞÊNBER BÊN AVÊTIN    Birêz Ocalan bi banga xwe rê li ber vê yekê vekir û zemîn amade kir. PKK’ê bi lidarxistina kongreya xwe ya 12’emîn bi awayekî herî xurt ev bang pêk. Ji bo ku pêvajo bi awayekî yekalî pêş nekeve, divê desthilatdî demildest bi gavên şênber berpirsyariya xwe bi cih bîne. Di vê çarçoveyê de avakirina komîsyonekê di bin banê Meclisê de bê avakirin bê guman girîng û hêja ye. Ger di bin banê parlamentoyê de komîsyonek bê avakirin, divê ev komîsyon tu aliyan li derve nehêle. Divê komîsyonek ku jin tê de bibin kirde bê avakirin. Ji ber ku hêza pêşeng a ku dê li vî welatî aştiya bi rûmet ava bike hêza jinê ye, dengê jinê ye, gotina jinê ye. Ezmûna têkoşînê ya jinê ye.”   ‘ME DEV JI BERFIREHKIRINA TÊKOŞÎNA XWE BERNEDA’    Halîde Turkoglu, bal kişand ser qirkirina jinan û pirsgirêkên wan ên ji ber van sedeman, têkoşîna li dijî vê, polîtîka û axaftinên AKP'ê yên li hemberî jinan û axaftina xwe wiha qedand: “Me tu carî dest ji berfirehkirina têkoşîna xwe ya ji bo azadiya jinê li geld zext, binçavkirin û îşkenceyêberneda. Em her tim bûne hêza pêşeng a pêvajoyên aştiyê. Ji bo vê yekê gelek hevalên me jiyana xwe ji dest dane, em ji her demê zêdetir li ser zemîna avakirina aştî û civaka demokratîk in Ji bo rêhevalên xwe yên di vê rêyê de jiyana xwe ji dest dan em soz didin ku em ê bi têkoşîna xwe li dora Banga Aştiyê û Civaka Demokratîk bibin yek û hevgitin jinan bi rêzdarî silav dikim.”