Kurtulmuş: Cihê pêvajo lê were axaftin Meclis e 2025-05-19 13:22:36 ENQERE - Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş diyar kir ku pêvajoya heyî wekî ku hatiye plankirin didome û got: “Cihê pêvajo lê were nîqaşkirin, Meclis e.”  Serokê Meclisê Numan Kurtulmuş li Şirnexê beşdarî çalakiyekê bû. Kurtulmuş, di çalakiyê de got ku pêvajoya têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd “wekî hatiye plankirin” didome.    Kurtulmuş, got: “Cihê mesele lê were axaftin, hem ji hêla siyasetê hem jî ji hêla qanûnî ve cihê zemîna wê lê were amadekirin, Meclis e. Em tevahiya partiyên siyasî dê piştgiriyê bidin pêvajoyê.”