'Ev pêvajo mîrateya Çaran e' 2025-05-16 11:27:25   AMED -  Çaran, di 17'ê Gulana 1982'an de li Girtîgeha Amedê ya Hejmar 5'an bedena xwe dabûn ber agir. Endamê Înîsiyatîfa 78'an Huseyîn Bariş ê bi Çaran re li Girtîgeha Amedê maye wiha got: “Pêvajoya ku em îro tê de derbas dibin, mîrateya Çaran e."   Di 12 Îlonê 1980’an de li Tirkiyê darbeya leşkerî çêbû. Piştî darbeyê rejîm, Girtîgeha Leşkerî ya Amedê ya Hejmar 5’an vediguherîne navenda îşkenceyê. Di pêvajoyên darbeye de Çaran, li dijî zext û zordariya rejîmê bedena xwe didin ber agir. Piştî çalakiya Çaran 43 sal derbas bû. Di nav Çaran de Ferhat Kurtay, Eşref Anyik, Mahmût Zengîn ve Necmî Oner hebû.    Di çalakiya 17'ê Gulana 1982'an de Endamê Înîsiyatîfa 78'an Huseyîn Bariş jî li heman girtîgehê bû. Bariş şahîdiya xwe ya wê demê anî ziman ku ew li kêleka qawîşa Çaran maye û beriya pêvajoya girtîgehê Ferhat Kurtay ji Merdînê nas kiriye. Bariş da zanîn ku di Tîrmeha 1981’an de ew birine Girtîgeha Hejmar 5’an û got, “Wê deme heval beriya min, di 1979’an de, hatibûn girtin. Ji ber vê yekê ew di qawîşa 33’an de, em jî ya 34’an de diman. Di navbera me de korîdorek hebû, di navbera deriyên me de 2 metre mesafe hebû.  Em ne li heman cihê bûn lê li kêleka hev bûn.”    HOVÎTIYA HERÎ GIRAN     Bariş da zanîn ku çalakiya Çaran, di pêvajoya zext û zordariya herî dijwar de çêbû û axaftina xwe wiha domand: “Beriya çalakiya Çaran, Mazlûm Dogan di qawîşa 35’an de jiyana xwe dest da. Newroza 21’ê Adarê bi canê xwe pîroz kir. Nexwe heval bi xwe bi hev re xebitîbûn û hev jî nas dikirin. Çaran ji bo bikaribin bibin bersiva çalakiya Mazlûm Dogan di qawîşa 33’an de biryar girtibûn û li ser vê esasî çalakî lidarxistin. Dibû bi awayekî din jî çalaki lidarbixistana lê bedena xwe li ber agir danîn ji bo nîşandana zehmetiya jiyana girtîgehê girîng bû û bi vê çalakiyên xwe jî serketin.”   DENGÊ TEQÎN Û SLOGANAN     Bariş li ser şeva ku Çaran bedena xwe dan ber agir axivî û wiha got: “Di seat 04:00’an de dengê teqîn û qîrîn hat. Tu kes bawer nedikir ku li girtîgehê teqînekî wiha çêbibe. Pace û deriyên me hejiyan. Bêhna boyaxê hat. Pişt re jî denge sloganan hat. Gelemşe çêbû û 3-4 deqe şûn de gardiyan hatin gotin dûr bikevin û ketin hûndir. Piştî 45 deqe Esat Oktay hat. Dengê leşkeran dihat, agahî dabûn rêveberiya girtîgehê. Ji bo paqijî ji me 12 kes xwestin. Me jî di nav xwe de yekeya paqijiyê avakir. Me ji wan re got 'Heta cihê bûyerê hûn çi bibînin ji me re bibêjin.' Piştî 15-20 deqeyan hevalên me vegeriyan û çi qewimiye ji me re gotin. Navên hevalên Çaran li korîdorê li ser maseyekî dîtibûn û ji me re gotin. Me jî fêm kir ku çalakiyeke mezin pêk hatiye.”   Bariş da zanîn ku di roja duyemîn de hevalekî ji Cizîrê ji qawîşa wan hatiye cem wan û behsa bûyerê kiriye û wiha axivî: “Dema me guhdar kir, armanca çalakiyê zelal bû.  Li girtigehê tu mafê mirovan tûnebû û tenê hovîti hebû. Li Girtîgeha Hejmar 5’an de rojane nêzî 4-5 hezar kes rastî îşkenceyê dihatin. Ji siharê hetanî êvarê dengê îşkence dihat. Bê navber sirûdên xwe didan guhdarkirin û mirov dixistin hûndirê kanalîzasyonê. Dema girtî ji cihêkî derbasî cihêkî din dibûn, bi nizama leşkeri dibirin. Ev hovîtî bi deste Esat Oktay Yildiran dihat kirin. Nîşaneyên mirovahiyê nemabû, ev zilm jî bû sedema vê çalakiyê. Bedelên mezin hatin dayîn. Jixwe tenê çalakiyekî bi vî rengî dikaribû me ber bi serkeftinê ve bibe. Ji bilî vê ev hovîtî dê dewam bikira.”    ENCAMA BERXWEDANÊ   Bariş, bi bîr xist ku Mehmet Hayrî Durmuş, Kemal Pîr, Alî Çîçek, Akîf Yilmaz piştî çalakiya Çaran a 14'ê Tîrmehê di çalakiya rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest dane û wiha dewam kir: “ Heval wê demê jî berxwedaneke mezin nîşan dan. Ev jî bû sedema guherîna rêveberiya girtîgehê. Şert û merc baştir bû û ev yek encax bi berxwedaneke mezin pêkan bû. Di encama van berxwedanan de li girtîgehê guherînên mezin çêbû û ji bo girtiyên ne siyasî jî bandorekî mezin avakir. Ji xeynî girtiyên siyasî, nasîna îradeya heyî pêkan bû. Îro jî her çiqas di heman polîtîkayê de israr bikin jî encamnegirtina wan encamê berxwedana wê deme ye.”   ‘EV PÊVAJO MÎRATEYA ÇARAN E’   Bariş, da zanîn ku divê ji wan rojan ders bê girtin ku pêvajo bi yek milî nayê meşandin û wiha got: "Divê li her qadê mirov ji bo mafên xwe têbikoşin. Yek kes be jî, divê ev maf bê qebûlkirin. Eger tu hestên dijminatiyê geş bikî dê dijminatî mezin bibe. Ji welatên din gelek mînakên wê hene, li gelek deverê bi salan têkoşîn hatiye dayîn û mafên çandî, siyasî û demokratik hatiye bi dest xistin. Em jî civakeke wisa ne. Jiyana ku em îro dijîn bi saya mîrateya ku Çaran ji me re hiştiye ye, divê dewlet ji bo aştiya bi rûmet çi pêwîst be, bike û wisa nêz bibe. Tevgera ku bi Çaran destpêkiriye îro bandor li ser tevahiya cihanê dike. Ev yek bi saya keda wan çebû û ez bi rêzdarî wan bi bîr tînim.”    MA / Mujdat Can