Bakirhan û Hatîmogullari bertek nîşanî êrîşê dan 2025-05-04 14:08:48   ENQERE - Li hemberî êrîşa li dijî Serokê Giştî yê CHP'ê Ozgur Ozel, Hevserokên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tûncer Bakirhan gotin, "Gelê bi rûmet ê vî welatî wê teslîmî van senaryoyên qirêj nebe."   Hevserokên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partiyê) Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan bi daxuyaniyeke nivîskî nerazîbûn nîşanî êrîşa li dijî Serokê Giştî yê CHP'ê Ozgur Ozel pêk hatibû dan.   Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em êrîşa li dijî Serokê CHP'ê Ozgur Ozel a di merasîma cenazeyê hevrêyê me yê hêja Sirri Sureyya Onder de pêk hat bi tundî şermezar dikin. Ev êrîşa namerdî ne tenê li dijî şexsekî, li dijî nirxên jiyana hevpar, aştî û piştgiriyê ye ku Sirri Sureyya di tevahiya emrê xwe de parast, provokasyoneke zelal e. Gelê bi rûmet ê vî welatî wê teslîmî van senaryoyên qirêj nebe. Me daxwazên xwe yên herî baş bi rêya telefonê ji Birêz Ozgur Ozel re ragihand. Em ji vir careke din bi hebûna gel re şîfaya lezgîn jê re dixwazin û em banga xwe dubare dikin ku berpirsyarên vê êrîşê û zîhniyeta li pişt wê bê aşkerekirin."