Ji bo Sirri Sureyya Onder gel li AKM’ê kom dibe 2025-05-04 10:41:57 SETNBOL - Ji bo endamê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder dê li AKM’ê merasîma bîranînê bê lidarxistin. Beriya merasîmê, gelek hunermend û siyasetmedar hatin AKM’ê.  Ji bo Endamê Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Serokwekîlê Meclisê Sirri Sureyya Onder ku duh li Nexweşxaneya Florance Nightingaleyê jiyana xwe ji dest da, li Navenda Çandê ya Ataturkê (AKM) ya li Taksîmê merasîma bîranînê tê lidarxistin. Merasîma bîranînê dê saet di 11.00’ê de dest pê bike.    Di serî de hunermend û siyasetmedar, ji her beşên civakê bi hezaran kes ji bo bîranînê li pêşiya AKM’ê kom bû. Di serî de Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel û Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî, gelek siyasetmedaran jî tacegul şandin.    Parka Geziyê ya li kêleka AKM’ê jî bi bariyerên polîsan hate girtin. Her wiha, li pêşiya AKM’ê ku dê toren lê were lidarxistin jî tevdîrên ewlehiyê hatin girtin.    BERNAME     Merasîm, dê bi rêzgirtinê dest pê bike. Piştre jî dê sînevîzyoneke ku jiyana Sirri Sureyya Onder vebêje were pêşandan. Piştre jî dê keça Sirri Sureyya Onder, Ceren Onder Kandemîr, Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan û endama Şandeya Îmraliyê Pervîn Buldan biaxivin.    Piştre jî dê li Mizgefta Levent Barbarosê piştî bangê êvarê nimêja cenazeyê were kirin. Sirri Sureyya Onder dê li Goristana Zîncîrlîkuyuyê bê definkirin.    Di heman demê de DEM Partî dê ji roja duşemê ve li Navenda Pêşandanan a Cemal Reşît Rey a li stenbolê û li rêxistinên DEM Partiyê yên bajar û navçeyên din şînê deyne.