Li gorî TUÎK’ê bêkarî kêm bûye 2025-04-29 11:37:00 ENQERE - Li gorî daneyên meha Adarê yên TUÎK’ê, bêkarî kêm bû.    SaziyaÎstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) daneyên bêkariyê yên meha Adarê aşkera kir. Li gorî TUÎK’ê, li gorî mehek berê di meha Adarê de bêkarî 0.3 puanan kêm bû û daket ji sedî 7.9’ê. Her wiha hate gotin ku ji rêjeya bêkaran 65 hezar kes kêm bûn û hejmara bêkaran daket 2 milyon û 807 hezar kesan.   TUÎK’ê, di daneyên xwe de rêjeya bêkariyê ya li gorî zayendan jî aşkera kir. Li gorî daneyan; bêkarî di nav zilaman de ji sedî 6.5 û di nav jinan de jî ji sedî 10.6 e. Her wiha rêjeya ciwanên bêkar (Kesên temenê wan di navbera 15-24’ê de) li gorî mehek berê 0.1 puan zêde bû û derket ji sedî 15.1'ê. Rêjeya bêkariyê ya zilamên di vî temenî de ji sedî 11 û ya jinan jî ji sedî 22.6 hate hesabkirin.