Dadgehê rapora ÇED'ê ya projeya GES'ê betal kir 2025-04-26 09:02:17 MÊRDÎN - Li gundê Cirzê yê navçeya Stewrê gundiyan li dijî prokeya GES ya ku hat xwestin bê çêkirin doz vekiribûn. Dadgehê diyar kir ku ji ber ku li herêmê berhemên dîrokî hatine tespîtkirin û qada SÎT'ê ye rapora ÇED'ê betal kir.  Li gundê Cirzê yê navçeya Stewrê ya Mêrdînê Şîrketa Enerjiyê ya Bakirê xwest Santrala Enerjiyê ya Tavê (GES) ava bike. Lê gundî li dijî vê doz vekirin. Li ser vê Dadgehê rapora ÇED'ê ya ku erênî hatibû dayîn betal kir.   Wezareta Hawirdor, Bajarsazî û Guherîna Avhewayê rapora "ÇED erênî ye" dabû. Piştî îtiraza gundiyan li 1'emîn Dadgeha Îdare ya Mêrdînê doz hat vekirin. Di dozê de rapor ji aliyê pêzan hat amadekirin. Di raporê de ji Lijneya Herêmê ya Parastina Heyînên Çandî ya Mêrdînê hat xwestin ku avahiyên li herêmê bên vekolandin.    Piştî vê lijneyê jî tespît kir ku li herêmeê gelek berhemên dîrokî hene û herêma ku hat xwestin GES lê bê çêkirin jî Qada SÎT'ê ye.    Piştî vê dadgehê jî diyar kir ku di warê hiqûqî de pêkanîna projeyê ne pêkan e û li dijî mewzûatê ye û biryara betalkirina wê hat dayîn.    MA / Ahmet Kanbal