Li Kutahyayê bi pileya 4,5 erdhej çêbû 2025-04-25 08:31:22 NAVENDA NÛÇEYAN - Li navçeya Sîmavê ya Kutahyayê bi pileya 4,5 erdhej çêbû.  Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Lezgîn (AFAD) ragihand ku îro saet di 07.23’yê de li navçeya Sîmavê ya Kutahyayê bi pileya 4,5 erdhej çêbû. Hat diyarkirin ku erdhej 8.81 km’an di bin erdî de çêbûye.    Piştre jî saet di 07.29'ê de bi mezinahiya 3,9’ê erdhejeke din çêbû.    AFAD’ê ragihand ku heta niha tu rewşên neyînî çênebûne.