Tevî agirbestê jî Tirkiye êrişên xwe didomîne 2025-04-24 13:17:52   NAVENDA NÛÇEYAN - HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku Tirkiyeyê di nava 4 rojên dawî de 691 caran êrişî hêzên wan kirine.    Tevî biryara agirbestê ya PKK’ê jî êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmên Zap, Avaşîn, Garê, Metîna û Girê Biharê û gelek deverên din ên Herêma Federe ya Kurdistanê berdewam in.    Li gorî nûçeya ANF’ê; HPG’ê ragihand ku dewleta tirk ji 19’ê Nîsanê heta 24’ê Nîsanê li gelek herêman ji bejahî hem hewayî ve bi giştî 691 caran êriş pêk aniye.    Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku HPG’ê jî di çarçoveya mafê xweparastina rewa de bersiv dane.