Ji bo girtiyê nexweş Çam serlêdaneke nû hat kirin 2025-04-24 09:36:51 SÊRT - Ji bo taloqkirina cezayê girtiyê nexweş Mehmet Emîn Çam ku krîza dil derbas kiribû, serlêdaneke nû hate kirin.  Baroya Sêrtê û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Sêrtê bi daxwaza taloqkirina înfazkirina cezayê girtiyê nexweş Mehmet Emîn Çam (73) ku li Girtîgeha Tîpa T a Qûbîn a Êlihê tê ragirtin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Êlihê dan. Ji bo Çam ev daxwaza hate kirin: “Ji ber nexweşiyên domdar, astengdarî û kalbûnê em dixwazin cezayên wî bên sivikkirin û rakirin.”    'MAYINA WÎ YA LI GIRTÎGEHÊ XETERE YE’   Di daxwaznameyê de hate gotin ku mayina Çam a li girtîgehê xetereyeke jiyanî bi xwe re tîne û wiha domiya: “Miwekîl, di 10’ê Nîsanê de dîsa rakirine nexweşxaneya girtîgehê. Li gorî hevdîtinên şîfahî û raporên li pêvekê hatine zêdekirin, ji ber ku tumora di serê miwekîl de mezin dibe û nexweşiyên wî yên cuda heye, xetereyeke mezin li ser jiyana wî heye. Miwekîl, di sala 1952’yan de ji dayik bûye û malbat dibêje ku gelek caran ji ber kaltiyê tiştan ji bîr dike. Cara dawî dem rakirin nexweşxaneyê, nexweşiyên wî gihiştine wê astê ku xetereyeke mezin li ser jiyana wî çê bikin.”    Di daxwaznameyê de hate xwestin ku Çam ji giştînameya bi sernavê “di rewşên nexweşiyên domdar, astengdarî û kaltiyê divê ceza were sivikkirin an jî rakirin” sûd bigire. Hat xwestin ku der heqê Çam de kirariyên pêwîst bên kirin û cezayê wî were sivikkirin û were berdan.    ÇI BÛBÛ?    Mehmet Emîn Çam, dema Serokatiya Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) ya Sêrtê dikir, di 12’ê Kanûna 2012’an de bi îdiaya “Meclisa Bajar a KCK’ê” hate girtin. Piştî 10 mehan dîsa hate berdan. Dadgeha Cezayên Giran a Sêrtê îcar jî bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 9 sal ceza lê birî. Cezayê Çam ji hêla Dadgeha Bilind ve hate erêkirin û di 14’ê Adara 2022’yan de hate girtin. Çam, li Girtîgeha Tîpa M a Êlihê 17 rojan di hucreya yekkesî de hate girtin.    Çam, di 1’ê Nîsana 2022’yan de sewqî Girtîgeha Tîpa T a Qûbînê hate kirin û hat tespîtkirin ku di mejiyê wî de tumor heye. Di 27’ê Gulana 2022’yan de jî krîza dil derbas kir û anjiyo bû. Di heman demê de Çam nexweşê gurçikan e û du caran ji gurçikên xwe emeliyat bûye. Llê tevî vê jî kîstên di gurçikên wî de dîsa derketin.    Her wiha carekê jî emeliyata kataraktê bû û di çavên wî de miyop astigmat heye. Guhê wî yê rastê nabihîse, aliyê wî yê çepê felc e û bi zehmetî dimeşe.    DAXWAZÊN JI BO TEHLIYEKIRINÊ HATIN REDKIRIN    Ji bo tehliyeya Çam heta niha gelek serlêdan hatine kirin. Lê tevek jî hatin redkirin. Saziya Tipa Edlî (ATK), di 15’ê Mijdara 2024’an de ji bo Çam rapora “Dikare sexbêra xwe bike” amade kir. Di 28’ê Mijdara 2024’an de jî ji bo Serdozgeriya Komarê ya Êlihê serlêdan hate kirin û serdozgeriyê bi hinceta rapora ATK’ê serlêdan red kir.    Çam, di 16’ê Nîsanê de careke din krîza dil derbas kir. Çam ku rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Êlihê, piştî tedawiyê di 22’yê Nîsanê de dîsa şandin girtîgehê. Parêzeran, bi daxwaza “taloqkirina înfazê” di 22’yê Nîsanê de serlêdan kiribûn.    MA / Fethî Balaman