ROJEVA 23’YÊ NÎSANA 2025’AN 2025-04-23 09:00:19   * Jinên Amedê bertek nîşanî rêziknameya qedexekirina sezeryana plankirî ya li navendên tenduristiyê dan û xwestin ku ev rêzikname bê rakirin.    * Mewlûde Azan a ku kurekî xwe di pevçûnê de winda kiriye û kurê wê yê din jî di nava PKK'ê de ye, diyar kir ku baweriya wan bi Abdullah Ocalan heye û got: "Aştiya yekalî nabe. Divê dewlet jidil nêzî pêvajoyê bibe."   * Sekreterê Giştî yê Egîtîm Senê Zulkuf Guneş bal kişand ser projeya tayînkirina dibistanan ku rastî bertekên sendîkayên perwerdehiyê û xwendekaran hat, got ku divê tayinkirin bi awayekî zelal bên kirin.    * Rojnamevan Mansûr Adalî diyar kir ku Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji roja destpêkê ve bi hêza xwe li ser pêyan e û îro jî ne bê alternatîf e û rojnamevan Mutlu Çiviroglu jî got: "Nûçeyên ku derdikevin, ji bilî manîpulasyoneke ku Rojava dike hedef pêvtir ne tiştekî din e."   * Serokê ADEF'ê Zeynel Abîdîn Koç bal kişand ser banga Abdullah Ocalan û diyar kir ku daxwaza Elewiyan, hemwelatiya wekhev e. Cîgirê Serokê PSAKD'ê Îbrahîm Karakaya jî got: "Dema em dibêjin aştiya civakî, em qadal wê dikin ku hemû nasnameyên bawerî û etnîkî xwe azad bikin."     * Endama Komeleya Zarokan a Her Yerê Sedanûr Ugur diyar kir ku li cihekî mafê jiyanê tê binpêkirin û mirin zêde dibin de ji bo zarokan rojeke were pîrozkirin tune ye û got: "Tirkiye ji bo zarokan veguheriye dojehê."    * Rewşa tenduristiyê ya endamê Şandeya Îmraliyê Sirri Sureyya Onder dê were şopandin.    * Platforma Jinan a Wanê dê têkildarî 3 jinên di nava hefteyekê de bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dayin daxuyaniyê bide. (14.00)