Qaymeqam navê 'Parka Aştiyê ya Orhan Dogan' red kir 2025-04-22 16:31:59   WAN - Biryara Şaredariya Rêya Armûşê ya ji bo navê parka "Parka Aştiyê ya Orhan Dogan" ji aliyê qaymeqamtiyê ve hate redkirin.   Meclîsa Şaredariya Rêya Armûşê ya Wanê, di civîna xwe ya meha Nîsanê de biryar da ku navê "Parka Dibistana Perwerdeyê ya Mamosteyan a Wanê" biguherîne "Parka Aştiyê ya Orhan Dogan". Piştre biryara pêwendîdar ji qaymeqamtiyê re hat şandin û qaymeqamtiyê biryar red kir.   Di sedema redkirina qeymeqamtiya navçeyê de hat gotin ku "gelek girîng e" navê parkê weke "Parka Dibistana Perwerdeyê ya Mamosteyan a Wanê" bimîne û wiha hat gotin: "Ji ber ku ev nav ne tenê nasnameyekê temsîl dike, di heman demê de bîr û mîrateya çandî ya civakekê, bi hezaran mezûn û bi sed hezaran xwendekarên perwerde kirine temsîl dike. Perwerde yek ji hêmanên herî girîng e ku pêşeroja civakekê ava dike. Ev park bîranînên perwerdekar û xwendekarên me yên berê zindî dihêle û di heman demê de îlhamê dide nifşên nû. Der barê mijarê de; ji ber vê yekê, navlêkirina nû dê di cihên nû yên civakî de guncawtir be ku ji hêla şaredariya we ve were avakirin; ji ber ku hêz tune be jî, ji ber ku di guhertina navê heyî de tu eleqeya gel tune tê hesibandin; biryara Desteya Şaredariyê ya bi dîroka 10.04.2025'an ji aliyê qaymeqamtiya me ve nehat erêkirin."   Şaredariya Rêşa Armûşê wê li dijî biryara redkirinê ya qaymeqamtiyê îtiraz bike.