Li Bazara Şivanan bazarî dest pê kir 2025-04-22 09:26:12   WAN -Li "Bazara şivanan" a Wanê ji ber krîza aborî, bazariyên di navbera şivan û sewalvanan de de tê kirin, bê encam dimînin.   Li Wanê bi hatina biharê re, li bazara ku di nava gel de wekî "bazara şivanan" tê naskirin, îsal dîs ahat avakirin. Li bazara ku li nêzî Mizgefta Hecî Osman a li navçeya Îpekyolûyê ya Wanê hat avakirin, bi salan e cihê sewalvan û şivanan e. Lê ji ber krîza aborî bazariya di navbera her du aliyan de zû bi zû bi encam nabe. Îsal ji bo şivanan 100-130 hezar Tl meaş hat diyarkirin. Lê sewalvan jî diuar dikin ku ev zêdeyî quweta wan e.    Her wiha pêlava meqab, gopal û tiştên wekî çente jî di nava bazariyê de hene. Şivan dê 6 mehan heywanan li zozanan biçêrînin.    KRÎZA ABORÎ   Ji şivanan Îskan Karataş diyar kir ku ji ber krîza aborî hem şivan hem jî xwediyê heywanan di rewşeke zehmet de ne û wiha got: "Ji ber ku êdî qîmeta pereyan nîne ez mehane 100 hezar TL daxwaz dikim. Em debara malbatê dikin. Ji ber krîza aborî şert û mercên jiyanê gelekî zehmet bûne. Di vê rewşê de hem şivan hem xwedîyê heywanan mexdûr in. Ez ê 6 mehan dûrî malbata xwe bim."    Omer Demîr diyar kir ku 10 sal in şivantiyê dike û wiha got: "Berê krîz ev qas bandor li me nedikir. Rewşa welat diyar e û li her derê krîza aborî heye. Ji ber vê yekê xwediyên heywanan hewl didin şivanekî erzan peyda bikin. Em salê 6-8 mehan li çiyê şivantiyê dikin."   4 ŞIVAN JÊ RE LAZIM IN   Xwediyê pez Huseyîn Turker jî anî ziman ku lêçûna sewalan zêde ye û di dayîna heqê şivanan de zehmetiyê dikişîne û got: "Em bi sewalkariyê re mijûl in. Em nikarin miqdara ku şivan dixwazin bidin. Ez hatime 4 şivanan ji bo keriyê pez bigirim, lê em nikarin li ser heqdestê li hev bikin. Ger wiha bidome ji mecbûrî ez ê heywanên xwe bifiroşim."    Ji şivanan Sevdîn Oguz jî wiha got: "Em îsal wekî şivan di rewşeke xerab de ne. Ji ber ku xwediyê pez şivanên biyanî wekî alternatîf digirin. Krîza aborî diyar e û êdî qîmeta pereyan nemaye. Em nikarin heqê ku em ji xwediyên pez dixwazin bigirin."   Sewalvan Tayyar Abit jî diyar kir ku sedema krîza aborî desthilat e û got: "Min xwest şivanekî bigirim, lê me li hev nekir. Li gor par lêçûnên îsal zêde ne. Ji bo kêmbûna fiyet divê em çend mehan bisekinin."