Ji DEM Partiyê peyama Cejna Paskalyayê 2025-04-20 11:10:19   NAVENDA NÛÇEYAN - DEM Partiyê Cejna Paskalyayê pîroz kir.    Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal Cejna Paskalyayê pîroz kir. DEM Partiyê di peyama xwe de wiha got: “Cejna Paskalyayê ku sembola vejînê û hêviyê ye, pîroz be! Em ji dil û can bawer dikin ku dê rojên gel û baweriyên li ser vê xaka qedîm bi awayekî wekhev û azad ol, çand, ziman û nasnameyên xwe di nava şert û mercên wekhev de û bi hev re bijîn. Em ji bo wê pêşerojê têdikoşin. Hêvîdarin ku Banga Aştî û Civaka Demokratîk ji bo hemû gel û baweriyan bibe destpêkeke nû û deriyên aştî, edalet û azadiyê veke.”