BES-AR: Sînorê birçîtiyê 34 hezar TL derbas kir 2025-04-15 15:24:40 ENQERE - Li gorî daneyên meha Nîsanê yên BES-AR’ê, sînorê xizaniyê bû 83 hezar û 434 lîre û sînorê birçîtiyê jî bû 34 hezar û 200 lîre. Navenda Lêkolînê ya Sendîkaya Kedkarên Buroyê (BES-AR) daneyên xwe yên têkildarî hesabkirina sînorê birçîtiyê yên meha Nîsanê li navenda xwe ya giştî parve kir. Serokê Giştî yê BES’ê Ozer Avanaş got ku lêçûnên kesekî/a azep bûye 48 hezar û 419 lîre. Avanaş, da zanîn ku sînorê xizaniyê derketiye 83 hezar û 434 lîreyan û sînorê birçîtiyê jî derketiye 34 hezar û 200 lîreyan.