Ji Egîtîm Senê komxebata perwerdehiya bi zimanê dayikê 2025-04-12 12:54:37   AMED - Hevberdevka Komîsyona Dizamn, Çand û Hunerê ya DEM Partiyê Cemîle Tûrhalli ku di komxebata Egîtîm Senê de axivî got: "Pir zimanî û çandî teminata neteweya demokratîk e."   Şaxên Sendîkaya Kedkarên Zanîst û Perwerdehiyê (Egîtîm-Sen) yên Amedê bi serenavê “Di perwerdehiya bi zimanê zikmakî de ber bi çareseriyê ve: Derfetên Heyî, Astengî, Pêşniyazî” li Çand Amedê (Navenda Kongreyê ya Şaredariya Bajarê Mezin) ya li navçeya Yenîşehîr a Amedê komxebatek li dar xist. Zimanzan, akademisyen, rewşenbîr û akademîsyenên biyanî jî di nav de gelek nûnerên saziyên sivîl û partiyên siyasî tev li komxebatê bûn. Destpêkê li ser navê Şaxên Egîtîm Senê Farûk Ercan têkildarî komxebatê metna nivîskî xwend.   Dû re Endamê Komîsyona Zimanê Kurdî yê Baroya Amedê Muslum Dalar bi serenavê “Di hiqûqa Tirkiyeyê de Pirsgirêka Perwerdehiya Bi Zimanê Zikmakî” û endamê Komîsyona Ziman ê Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Serhat Hezar bi serenavê “Di hiqûqa navnetewî û Metnên wê de Palpiştên Perwerdeya Bi Zimanê Zikmakî” û Hevberdevka Komîsyona Çand, Ziman û Hunerê ya DEM Partiyê parêzer Cemîle Tûrhalli jî bi serenavê “Di Serdema Nêz a Tirkiyeyê de Nîqaşên Di Qada Polîtîk û Zagonî yên li ser Perwerdehiya Bi Zimanê Zikmakî” di moderatoriya Salîha Zorlû de axivîn.   Parêzer Mûslum Dalar ê ewilî axivî, diyar kir ku qedexeyên li ser zimanê Kurdî di dema Osmaniyan de destpêkirine û heta îro ev zext bi netew dewletan zêde bûye û wiha got: “Bi qanûnan zimanê Kurdî hatiye qedexekirin. Di peymana Amasya ya Osmaniyan de behsa Mîrên Kurd û Osmaniyan hatiye kirin. Heta wê demê zimanê kurdî di medreseyên kurdî de wek zimanê perwerdehî û zanistê dihat dîtin. Bi serhildana Fransayê re fikrên neteweyî derketin holê. Bi damezrandina Komarê, bi qanûna 1924an re dest bi qedexeyan hate kirin. Bi biryara Takrîr-i Sûkunê, Biryara Şarkê re zextên li ser Kurdan didomin û ji bo kontrolkirina herêma Kurdistanê û qebûl nekirina fikrên neteweya dewletê plansazî hatin kirin. Gotinên bi kurdî hatin cezakirin. Ji bo ku karmendên kurd neyên xebitandin, polîtîkayên perwerdeyê û asîmîlasyonê hatin destpêkirin. Di qanûnên 1924 û 61ê de hatiye diyarkirin ku tirkî zimanê fermî ye û piştî darbeya 1980ê ev yek bi fermîbûnê nayê guhertin û da zanîn ku piştî destûra bingehîn a 1980ê, kurdî li kolanan, di stranan de û di şadîgehan de hatiye qedexekirin.” Muslum Dalar destnîşan kir ku perwerdeya bi zimanê Kurdî ji bo Kurdan kêmasiyeke mezin e û anî ziman ku başkirina zimanê Kurdî girêdayî demokratîkbûna Tirkiyeyê ye.”   Parêzer Serhat Hezer jî bal kişand ser daxuyaniya Tirkiyeyê ya derbarê ziman û mafên kêmneteweyan de û got: “Li Tirkiyeyê mafên kêmneteweyan di çarçoveya ragihandina mafên mirovan de hene, ji ber ku di çarçoveya ragihandina mafên kêmneteweyan de mafên kêmneteweyan hene. Tirkiyeyê ji damezrandina xwe heta niha destûr û qanûnên xwe li ser nasnekirina dengên cuda ava kiriye. Rewşa li qada navneteweyî jî wiha ye. Îro pêvajoyek tê axaftin ez hêvî dikim ku Tirkiyê bi kêmanî şertên xwe yên li ser van madeyên navneteweyî rakin”.   Parêzer Cemîle Tûrhalli jî bal kişand ser pirsgirêkên netew dewletê û wiha got: “Piştî avakirina Komara Tirkiyeyê kesê nedikarî bibêje em kurd in em dixwazin bi kurdî biaxivin. Bi çi re rûbirû diman? Bi kuştinê gef li wan dihate xwarin. Pirs ji wan dihate kirin kurd in an tirk in? Kesên ku digotin em kurd in û têkoşîna vê meşandin hatin darvekirin. Netew dewletê pirsgirêkeke ewqas mezin ava kiriye. Dema te got ‘ez kurd im ne tirk im’ hûn dikarin bêjin li Tirkiyeyê mafê we yê jiyanê heye an dikarin bêjin dadgeh dê we bi awayekî wekhev darizîne. Ev mesele bi mafên mirovan re têkildar e. Piştî avakirina Komara Tirkiyeyê sê makeqanûn hatin çêkirin. Hemû jî piştî rejîmên cûntayê hatin çêkirin û makeqanûnên leşkerî ne. Piştî avakirina Komara Tirkiyeyê kurdan gotin em di van makeqanûnan de nînin. Divê makeqanûn civakê temsil bikin. Em tirk nînin kurd in.”   Cemîle Tûrhalli bal kişand ser pêvajoya çareseriyê ya di navbera salên 2013-2015an û wiha domand: “Cara ewil di navbera van salan de li Meclisê komîsyonek hate avakirin. Xebatên girîng meşandin. Nêzî 401 komele, zanîngeh û beşên civakî vexwendin vê komîsyonê. 37 sazî û 14 zanîngeh dibêjin divê perwerdehiya bi zimanê dayikê hebe. Hin sazî û zanîngeh jî dibêjin divê nebe. Gelek parlamenterên di nava komîsyonê de weke profesor cih digirtin. Gelek ji wan digotin heke em perwerdehiya bi zimanê dayikê nas bikin dê welat parçe bibe. Lê niha li gelek dewletan bi zimanê dayikê perwerdehî tê dayîn. Li vir nakokiyeke mezin hene.”   Cemîle Tûrhalliyê axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê di navbera zimanan de aştiyek çêbibe û wekheviya zimanan were qebûlkirin. Di vê di vî warî de têkoşînek bê meşandin. Em vê difikirin pir zimanî û çandî teminata neteweya demokratîk e. Lê netew dewlet vê ji xwe re weke antitez dibîne. Ev helwesta li dijî civakê mixabin hêj didome. Gelek qanûn hene divê ev bên guhertin. Tişta em behs dikin ew e ku divê gelê kurd li her derê bikare zimanê xwe biaxive.”