Ji hiqûqnasan ji bo 'mafê hêviyê' amadekariya serlêdanê 2025-04-12 09:31:12 STENBOL - Hevserokê Giştî yê OHD'ê Serhat Çakmak diyar kir ku ger ji bo "mafê hêviyê" sererastkirin neyên kirin ew ê rewşê ragihînin Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê. Çakmak got ku amadekariyên serlêdana giştî ya li Meclisê dikin. Gengeşeyên li ser "mafê hêviyê" yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Girtî ya Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê tê girtin, di rojevê de ne. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) nepêkanîna "mafê hêviyê" yê girtiyan, li dijî mafên mirovan dibîne.   Di 18’ê Adara 2014’an de DMME’yê cezayê muebbedê yê girankirî yê Abdullah Ocalan ê bêyî berdana bi şert, li dijî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) dît. Lê tevî biryara DMME’yê jî, di çarçoveya sererastkirina navborî de tu gav nehatine avêtin.   Di vî warî de gelek serlêdan ji Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (KW KE) re hene ku ka biryarên DMME'yê tên bicihanîn yan na. Gelek rêxistinên civaka sivîl jî di Tîrmeha 2024’an de serî li komîteyê dabûn û daxwaz kiribûn ku komîte banga “guhertinên qanûnî yên pêwîst” bike.   Komîteyê di civîna xwe ya navbera 17-19'ê Îlonê de careke din biryarên binpêkirina DMME'yê xist rojeva xwe û heta Îlona 2025'an dem da Tirkiyeyê ku gavên berbiçav bavêje.   Lê tevî biryarên DMME û hişyariyên komîteyê jî di vî warî de tu sererastkirin nehatin kirin. Parêzer di çarçoveya "mafê hêviyê" de serlêdanek nû ji komîsyonê re amade dikin. Her wiha ji bo Meclisê jî amadekariya serlêdaneke giştî tê kirin.     Hevserokê Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Serhat Çakmak têkildarî serlêdanên ku dê di çarçoveya "mafê hêviyê" de bikin axivî.   Çakmak anî ziman ku "mafê hêviyê" ji ber sedemên siyasî pêk nehatiye. Çakmak da zanîn ku ji bo ku Abdullah Ocalan jê sûd wernegire tu sererastkirin nehatine kirin û got: "Tirkiye hê jî di nepêkanîna wê de israr dike. Yanî ji ber sedemên siyasî nayê bicihanîn û wekî amûr hatiye bikaranîn."   Çakmak destnîşan kir ku piştî "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" a Abdullah Ocalan a di 27'ê Sibatê de mijara "mafê hêviyê" jî bi awayekî berfireh hatiye nîqaşkirin û got: "Lê heta niha tu sererastkirin nehatine kirin. Wezîrê Dadê Yilmaz Tûnç herî dawî got ku di qanûnê de der barê mafê hêviyê de tu sererastkirin nîne. Lê tiştekî ji bîr kiriye heye. Biryarên DMM'yê ew biryar in ku divê demildest bên pêkanîn. Li gorî xala 90, xala 5'an a Destûra Bingehîn, rêziknameyên qanûnî yên ku di peymanên navneteweyî de hatine destnîşankirin, di ser qanûnên heyî yên li Tirkiyeyê re ne."    AMADEKARIYA SERLÊDANÊ   Çakmak diyar kir ku wan li ser "mafê hêviyê" komeke xebatê ava kiriye û pêşnûmeya ku divê sererastkirin çawa bê çêkirin amade kirine. Çakmak da xuyakirin ku wan serlêdana komî ya ji bo Meclisê kiriye rojeva xwe û got: "Ji ber ku amadekariyên me berbiçavkirin, niha ne rast e ku em wan eşkere bikin."    Çakmak got: "Em ê li ser guhertinên ku divê di bin banê Meclisê de bên kirin, bixebitin. Ger şert û merc pêk werin em dikarin hem bi sazî û hem jî wekî parêzer serlêdanên giştî bikin li Meclisê. Lê ev dikarin wekî xebatên ku em dikarin di pêşerojê de plansaziyê bikin bên nirxandin."   Çakmak bal kişand ser muhleta ku komîteyê daye Tirkiyeyê û got: "Tirkiye ne mecbûr vê heyamê tev bi kar bîne. Heta niha zêdeyî 7 meh derbas bûne. Ger gavên erênî neyên avêtin, em ê ji bo civîna meha Îlonê ya komîteyê wekî sazî agahdar bikin. Em ê dîsa bipirsin ka Tirkiye di heyama salekê de çi kiriye."   Çakmak bilêv kir ku ji bo mafê hêviyê divê Tirkiye hiq»qa xwe ya navxweyî biguherîne û got ku ji bo badullah Ocalan di pêvajoya nû de rola xwe bilîze "mafê hêviyê" pir girîng e.    MA / Omer Îbrahîmoglû