Li Mêrdînê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da 2025-04-07 16:36:28   MÊRDÎN - Hat îdiakirin ku jina li Dêrikê ceyranê girtî jiyana xwe ji dest da.    Li gorî îdiayê, jina bi navê Daîme Ozçelîk a 60 salî ku li gundê Tirbamamo yê navçeya Dêrikê ya Mêrdînê dijiya, li serşoka malê bêhereket hate dîtin. Li ser vê yekê xizmên Daîme Ozçelîk ew rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Selahaddîn Eyyubî ya Amedê. Hat zanîn ku Daîme Ozçelîk jiyana xwe ji dest da û cenazeyê wê ji bo otopsiyê birin morgê.    Piştî karûbarûbarên otopsiyê, cenazeyê Daîme Ozçelîk li gund hate veşartin. Li gorî îdiayan, Daîme Ozçelîk dema ji bo serşûştinê têketî serşokê ceyranê girt û jiyana xwe ji dest daye.    Têkildarî bûyerê lêpirsîn hate destpêkirin.