‘Em dixwazin êdî 4’ê Nîsanê tevî Ocalan pîroz bikin’ 2025-04-06 11:13:54 RIHA - Jinên ku ji bo pîrozkirina rojbûna Abdullah Ocalan hatin Xelfetiyê, xwestin ku dewlet gavan biavêje û gotin: “Em dixwazin birêz Ocalan azad bibe û em rojbûna wî bi hev re pîroz bikin.”  Bi boneya sala 76’an a rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Parka 4’ê Nîsanê ya navçeya Xelfetî ya Rihayê mihrîcan hat lidarxistin. Mihrîcan du rojan domiya û bi coşeke mezin hat pîrozkirin. Ji Kurdistan û Tirkiyeyê bi hezaran kes beşdar bûn. Banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a Abdullah Ocalan mohra xwe li mihrîcanê da û daxwaza ku dewlet gavan biavêje derket pêş.    Jinên tev li mihrîcanê bûn, têkildarî mihrîcanê û pêvajoyê axivîn.    ‘ROJBÛNA KURDAN E’   Sidika Denîz (55) ku li mezraya Wahnê Balê ya 4 km’an dûrî gundê Amarayê beşdarî mihrîcanê bûbû, wiha got: “Em di saetên zû yên serê sibehê de bi rê ketin. Rojbûna Rêbertiyê rojbûna hemû Kurdan e. Tekane daxwaza me ew e ku rojbûna din bi wî re pîroz bikin. Em dixwazin wî bibînin û lê guhdar bikin. Pêvajoyek heye û Rêbertî tişta dikeve ser milê xwe dike. Heta xwestin mihrîcanê jî asteng bikin. Bila rojbûna Rêbertiyê bibe wesîleya aştiyê.”    ‘DEMA ZAROK JÎ PÊŞENG BÛ’   Naîle Denîz (80), jî destnîşan kir ku zaroktî û ciwantiya Abdullah Ocalan tê bîra wê û ev tişt anî ziman: “Ez çavên Rêbertiyê maç dikim. Ez hezkirinên xwe dişînim Îmraliyê. Tekane daxwaza min ew e ku beriya mirinê wî bibînim. Ez 4 salan ji wî mezintirim. Gundên me nêzî hev in. Dema ciwan bû hate gundê me, li mala me xwarin dixwar. Li Cibînê dema dibistan dixwend, pêşengtiya zarokan dikir. Me gelek caran bihîst ku li pêşiya zarokan nimêj dikir. Dixwazim ew azad bibe. Êdî bes e, bila mirov nemirin. Ev têkoşîna bi sedan sala ye didome. Ev têkoşîn ji Îbrahîm Xelîl heta Şêx Seîd û roja me didome.”    ‘EM BI RÊBERTIYA XWE RE NE’   Meryem Uruc (69) jî ji gundê Çîkanê yê Hewagê ku 15 km’an dûrî Amarayê ye beşdarî mihrîcanê bûye. Meryem Uruc, got: “Rêbertî nêzî 50 sal berê hate gundê me û di Rûbarê Cîkanê de soberî kir. Wê demê xwendekarê zanîngehê bû. Hevalên wî jê re gotin dê ber avê bikevî. Wî jî got; ‘Heke ez ber avê bikevim dê tevahiya Kurdistanê ber avê bikeve û biçe.’ Pismamên min ên li wir dîtine û bihîstine. Her tim ji me re vedigotin. Em bi Rêbertiya xwe re ne.”    ‘BAWERIYA ME YA BI RÊBERTIYÊ TAM E’   Îslîm Urucu ku birayekî wê di şer de jiyana xwe ji dest daye jî wiha got: “Birayê min hamza li Kobanê di rêya wî de çû û jiyana xwe ji dest da. Baweriya ya me ya bi Rêbertiyê tam e. Ne tenê rêberê Kurdên li Tirkiyeyê ye, her wiha yê hemû Kurdan e. Ew aştiyê dixwaze û em jî piştgiriyê didin. Dawiya vî karî aştî ye. Çawa ku her tişt ji bi barîna baranan sûdê bigire, her kes dê ji aştiyê jî sûdê bigire. Dê Apo ji Îmraliyê derkeve û em ê wî bibînin.”    ‘DIVÊ DEWLET GAVAN BIAVÊJE’   Havva Yalçinkaya (52) ku kurê wê Dijwar Tolhildan di şer de jiyana xwe ji dest daye jî anî ziman ku tekane daxwaza wan aştî ye û got: “Bila êdî tiştên xweş çêbibin û ev zilm bi dawî bibe. Em dixwazin 4’ê Nîsanê tevî Rêbertiyê pîroz bikin. Rêbertiya banga aştiyê kir lê dewletê hêj gav neavêtiye. Divê gavan biavêje.”   Fatma Beçet ku keça wê Ayten Beçet di 23’yê Adara 2019’an de li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê li dijî tecrîda ser Abdullah Ocalan dawî li jiyana xwe anîbû jî diyar kir ku ji Dîlokê hatiye Xelfetiye û wiha got: “Em dixwazin Rêbertiya me were berdan. Dewletê heta niha jî gav neavêtiye. Em li Parka 4’ê Nîsanê bang li dewletê dikin; demildest gavan biavêjin. Kesek nikare xwe li pêşiya aştiyê bigire.”    MA / Emrullah Acar