'Rêveberiya Xweser nûnertiya me dike' 2025-02-05 15:21:28   NAVENDA NÛÇEYAN - Ji Kantona Reqayê 11 partiyên siyasî diyar kirin ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nûnera wan e û ji bo avakirina Sûriyeya nû banga yekitiyê kirin.    Nûnerên 11 partiyên siyasî yên li Kantona Reqayê, der barê geşedanên siyasî û leşkerî yên li Sûriyeyê de li ber Deriyê Bexdadê yê li rojhilatê bajarê Reqayê kom bûn û daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê berpirsa Nivîsgeha Partiya Kesk a Demokrat Eyşe El Casim ve hat xwendin.   Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Wekî tê zanîn ji ber geşedanên siyasî û leşkerî yên li ser asta Sûriyeyê rû didin, nemaze piştî ku hikûmeta demkî bêyî amadebûna tevahî hêzên siyasî û civakî Ehmed El Şara wekî serokê Sûriyeyê destnîşan kir, em di qonaxeke dîrokî re derbas dibin. Ev qonax dê siberoj û qedera tevahî sûriyeyên li gelemperiya erdîngariya Sûriyeyê diyar bike. Em jî wekî partiyên siyasî yên li bajarê Reqayê dê mîna sûriyeyên din jî di avakirina Sûriyeya nû ya li ser bingehên demokrasî û hemwelatîbûnê de beşdar bin da ku gelê sûriyeyê bi azadî, ewle û rûmet bijî. Ev qonax qonaxa avakirina Sûriyeya nû ye, ev qonax gelekî hesas e, lew ra xebat û nêrîneke hevpar tê xwestin."   BINPÊKIRIN REWŞEKE BITIRS ÇÊDIKE   Di dewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku li piraniya bajarên Sûriyeyê tevliheviyek heye û wiha hate gotin: "Rewşeke bê istiqrar heye, ligel vê jî binpêkirin li dijî welatî, taîfe û etnîkan tên kirin. Divê binpêkirin ku qanûnên mafên mirovî û pîvanên navneteweyî derbas kirine, bilez werin rawestandin. Ev binpêkirinên ku ji aliyê komên tundrew ve têne kirin rewşeke bitirs di nava gelê Sûriyeyê de çêkir, di heman demê de nerihetiyekê li hemberî vê serkeftinê û vê hikûmetê çêdike."   Bi domdarî îşaret bi êrişên komên pramîlîter û dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û dagirkirina beşek ji xaka Sûriyeyê hat kirin û wiha domiya: “Mixabin heye niha ev koman di pergala leşkerî ya hikûmeta Şamê de ne û di beyannameya serkeftinê de beşdar in.     BANG   Em banga aştî û hezkirinê dikin. Em nûnertiya gelê xwe yê kantona Reqayê dikin. Li ser vê yekê em li pêşberî her kesî teqeziyê li ser yekitiya xaka Sûriyeyê dikin. Ji bo tevahî xaka Sûriyeyê jî banga agirbestê dikin. Em bang dikin ku balafirên dewleta Tirk a dagirker ji xaka me bên dûrxistin.   Em banga diyalogên navxweyî yên sûriyeyî yên dûrî aliyên derve dikin. Divê rola jinan di avakirina siberoja Sûriyeyê de pêşeng be. Ji ber berpirsyariya me ya nîştimanî li hemberî gelê me, em teqez dikin ku Rêveberiya Xweser nûnertiya me ya di tevahî lihevkirinên xwe yên siyasî, leşkerî, îdarî û aborî yên li gel hikûmeta Şamê û tevahî qadên navneteweyî de ye.”