Otobûsa rêwiyan gêr bû kendalê: 10 jê giran 28 kes birîndar bûn 2025-02-05 09:37:14   NAVENDA NÛÇEYAN - Otobûseke rêwiyan li navçeya Gazîpaşa ya Antalyayê gêr bû kendalekî bi bilindahiya 25 metreyan. Di qezayê de 10 jê giran 28 kes birîndar bûn.    Li ser rêya D-400’ê ya li Taxa Zeytînada ya navçeya Gazîpaşa ya Antalyayê otobûsekê rêwiyan ku ber bi Mêrsînê ve diçû, saet derdora 01.30’ê gêr bû kendalê bi bilindahiya 25 metreyan.    Otobûs li darekê ket û sekinî. Di otobûsê de 30 rêwî hebûn û ji rêwiyan 28 jê birîndar bûn. Piştî ajokarên di wê rêyê de dihatin û diçûn li Navenda Bangkirina Lezgîn a 112’ê îxbar kir, gelek komên lêgerîn û rizgarkirinê sewqî herêmê hatin kiirn. Welatiyên birîndar rakirin nexweşxaneyên derdorê.    Hat zanîn ku ji rêwiyan rewşa 10’an jê giran e.