Tehliyeya Erden ê 30 sal in girtî ye ji bo 6 mehan hate taloqkirin 2025-01-08 10:54:59 AMED - Tehliyeya Mehmet Salih Erden ê 30 sal in girtî ye û li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Xarpêtê tê ragirtin, ji bo 6 mehan hate taloqkirin.  Mehmet Salih Erden ku 30 sal in girtî ye û li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Xarpêtê tê ragirtin, diviyabû di 11’ê Çileyê de bihata berdan. Erden, duh li ser telefonê bi malbata xwe re axivî û got ku ji ber zexta “poşmantiyê” qebûl nekiriye, tehliyeya wî ji bo 6 mehan hatiye taloqkirin.    MEHMET SALIH ERDEN KÎ YE?    Mehmet Salih Erden di sala 1995’an de li navçeya Hezexê ya Şirnexê hate binçavkirin. Erden, li Dadgeha Ewlekariya Dewletê (DGM) hate darizandin û cezayê muebbetê lê hate birîn. Erden, di nava 30 salan de li girtîgehên Amed, Ordu, Sêrt, Erzirom, Oltu, Gunuşhane û hwd. hate ragirtin.    Erden, niha jî li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Xarpêtê tê ragirtin.