Li gundên Minbicê pevçûnên dijwar hene 2025-01-03 15:54:05 NAVENDA NÛÇEYAN - Li gundên Minbicê di navbera Meclisa Leşkerî ya Minbicê û artêşa tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê de şerekî dijwar diqewime.  Li gundên Minbicê di navbera Meclisa Leşkerî ya Minbicê û artêşa tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê de şerekî dijwar diqewime. Meclisa Leşkerî ya Minbicê têkildarî encamên şer û pevçûnên ji duh heta niha daxuyaniyeke nivîskî weşand.    Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:    “Di berxwedana hêzên me yên Meclisa Leşkerî ya Minbicê ya ji duh heya sibeha îro de, hejmara kuştiyên hêzên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bû 72 û bi dehan jî birîndar bûn. Her wiha cenazeyên çeteyan ketin destê hêzên me. Vê sibehê jî erebeyeke çeteyan hat îmhakirin û miqdareke çek û teqmenî hatin destekirin. Bi vê yekê hejmara erebeyên leşkerî yên ku ji aliyê hêzên me ve hatine îmhakirin, bû 7, tevî tankekê û 2 erebeyên doçka li ser hene.   Hêzên dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê, bi beşdariya bi sedan endamên rêxistina Huras El Dîn ên Ozbek, tirkistanî û Çeçen, êrişeke dijwar li ser gundên başûr û rojhilatê bajarê Minbicê û gundên Bendava Tişrînê pêk anîbûn. Hêzên me bersiva êrişan dabû û bi dehan kuştî û birîndarên çeteyan çêbûbûn.   Êrişa duh bi desteka 5 balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker, tank û panzêran li ser gundên Atşana, Seîdîn, Xirbe Tiwênî, Mihşiye Şêx Ubeyd El Mistefa, Xirbe Zemala, Mistaha, Girê Syretel û gundê Elûş ên li başûr û rojhilatê bajarê Minbicê hatibûn kirin. Di encama berxwedana şervanên me de, êriş hat têkbirin û bi dehan çete hatin kuştin.   Hêzên me li hember dagirkeriya Tirk û çeteyên wê berxwedaneke mezin raber kir û rû bi rû şerê wan kir. Duh me gelek dîmenên şer û wêrankirina alavên dijmin weşandibûn.   Ji ber berxwedana lehengane ya hêzên me, êrişên çeteyan têk çûn. Lewra dewleta Tirk a dagirker bi rêya balafirên bêmirov û obîsên giran êrişên xwe li ser Bendava Tişrînê zêde kirine. Di encamê de zirarên mezin li hin beşên bendavê bûn. Ev metirsiyan çêbûna zirarên li bendavê û derdora wê zêde dike ku dewleta Tirk jê berpirs e.   Di berxwedana hêzên me ya li hember êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê de 11 şervanên me piştî ku tevahî êrişên dijmin têk birin û efsaneyên lehengiyê nivîsandin, gihaştin asta şehadetê.”