Ji Weşanxaneya Aramê 17 pirtûk 2024-12-31 14:32:16 AMED - Weşanxaneya Aramê di roja dawî ya sala 2024’an de 5 jê bi Kurdî û 3 jî yên çapa duyemîn, bi giştî 17 pirtûkên nû çap kir.  Weşanxaneya Aramê roman, helbest, çîrok, dîrok û pirtûkên lêkolînê jî di nav de 5 jê bi Kurdî bi giştî 17 pirtûk çap kir. Weşanxaneyê çapa duyemîn a 3 pirtûkan jî weşand.    Çapa duyemîn a pirtûka nivîskar Ergîn Dogru ya “Ji Me re Mirin Nîne (Bize Ölüm Yok)”, ya rojnameger-nivîskar Huseyîn Aykol a “Dîroka Çapemeniya Azad (Özgür Basın Tarihi)” û ya pirtûka “Don Kîşot” a ji hêla M. Reşît Aktay ve li Kurdî hatiye wergerandin hatin kirin. Di heman demê de pirtûka “Baxçeyê Veşarî” ya Frances H. Burnette ve hatiye nivîsandin, di nava klasîkên cîhanê de cih digire û ji hêla Seher Yildirim ve li Kurdî hatiye wergerandin jî pêşkeşî xwîneran hate kirin. Her wiha weşanxaneyê pirtûka Eyûp Yaşar a “Dilşadiya Xemsaran” û “Kulmek Ax Dilopek Av” ku ji çîrokên kolektîf pê tê jî weşand.    Pirtûkên din ên hatine çapkirin ev in:    * Dema Tu Çûyî - Leyla Saraç (Helbest-Kurdî)   * Dara Çûkên Xwe Winda Kirî (Kuşlarını Kaybetmiş Ağaç) - Mahsume Şedal (Helbest)     * Dema Gilyazan Kulîlk Vekirin (Kirazlar Çiçek Açtığında) - Tevfîk Kalkan (Roman - Kalkan 30 sal in di girtîgehê de ye)    * Polîtîka Aboriyê ya Tiryakê/Li Dinyayê û Tirkiyeyê (Uyuşturucunun Ekonomi Politiği/ Dünyada ve Türkiye’de) - Mûstafa Pekoz   * Komkujiya Zîlanê / Min Bişon Piştre Veşêrin (Zilan Katliamı / Beni Yıkayın Sonra Gömün)  - Vahyeddîn Sari (Dîrok)   * Vegera li Perestgehê (Mabede Dönüş) - Îskan Amed (Roman)    * Hurrem (Hürrem) - Şiyar Palu (Roman)   * Li Çolistanê Waheyek (Çölde Bir Vaha) - Ozgur Denîz    * Barana Ewran (Bulut Yağmuru) - Denîz Bîlgîn (Çîrok)