Li Wanê civîna ‘seferberiya xwerêxistinkirinê’ 2024-11-20 12:21:51   WAN - Li Wanê bi pêşengtiya DBP û DEM Partiyê û di çarçoveya pêngava “Seferberiya xwebirêxistinkirinê” de bi beşdariya sedan partiyiyan civîn hat lidarxistin.    Di çarçoveya pêngava “Seferberiya xwebirêxistinkirinê” ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) de li Wanê civîn hat lidarxistin. Civîn, li Eywana Konferansan a Tahir Elçî ya Baroya Wanê hate lidarxistinû Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Adalet Kaya, heverokên DEM Partiyê yên bajar, endamên MYK’a DEM Partiyê, rêveberên rêxistinên DEM Partî û DBP’ê yên bajar û navçeyên Colemêrg, Mûş, Bedlîsê, hevşaredar, endamên meclisê û gelek partiyî tev li bûn.    ‘LI PÊŞIYA ME FIRSENDEKE GIRÎNG HEYE’   Parlamenter Adalet Kaya di civînê de got ku gelê kurd bi sedan sala ye di bin mêtingeriyê de ye û ev tişt anî ziman: “Me her carê ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêkê hewl da. Di rewşa heyî de Rojhilata Navîn vediguhere û ji bo me firsendekî sedsalî derketiye holê. Lewma nîqaşên me yên îro girîng in. Sedsal berê bi paradîgmaya netewedewletê Kurdistan kirin çar parçe. Lê niha li pêşiya me firsendeke dîrokî heye. Ev firsend jî paradîgmaya neteweya demokratîk a birêz Abdullah Ocalan e ku dê şerên li Rojhilata Navîn bi dawî bike û rê li ber avakirina jiyaneke wekhev, azad û demokratîk veke. Dema em vê jiyanê ava dikin çi rêbaz hewce dikin, em ê îro li ser wê nîqaş bikin.”    Piştî axaftina destpêkê, civîn ji çapemeniyê re girtî domiya.