Bayindir: Divê kesên azadî û demokrasiyê dixwazin tev li mitîngê bibin 2024-11-15 10:17:53   ÊLIH - Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir diyar kir ku di mitînga 17’ê mijdarê ya li Êlihê de hem dê bertekê nîşanî xespkirina îradeyê bidin hem jî dê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd derkeve pêş.    Bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, rakirina tecrîdê û çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd, dê di 17’ê mijdarê de li Êlihê mitînga “Demokrasî û Azadiyê” were lidarxistin. Dii mitîngê de her wiha dê tayînkirina qeyûman a li şaredariyên Bajarê Mezin a Mêrdînê, Êlih û Xelfetî ya Rihayê jî were protestokirin. Mitîng, bi pêşengtiya Platforma Saziyên Demokratîk dê li Xaçerêya Basinê were lidarxistin.    Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir   DAXWAZA ‘JI ABDULLAH OCALAN RE AZADÎ’    Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir têkildarî mitîngê axivî. Bayindir, diyar kir ku di vê serdemê de li dijî gelê kurd êrişên dijwar hene. Bayindir, bal kişand ser berxwedana li dijî qeyûman û wiha domand: “Hûn ji kê bipirsin li dijî vê zilmê ye û vê zilmê qebûl nake. Lewma bertekên xwe nîşan didin. Xelkê Êlihê bi şev û roj li ber xwe dide. Li dijî vê xespê em ê di 17’ê mijdarê de mitîngê li dar bixin. Bi şev û roj em xebata vê dikin. Ne tenê mitînga Êlihê, mitînga Kurdistanê ye. Li Kurdistanê em ê ji bo azadî û demokrasiyê dakevin qadan. Li dijî pergala ku îradeya gelê kurd nas nake, kesên ji bo azadî û demokrasiyê têdikoşin li qadan e. Ev mitîng, li dijî xespa qeyûman, mitînga kesên daxwaza azadî û demokrasiyê dikin e.”    Bayindir, diyar kir ku ev mitîng di heman demê de mitînga “Ji Abdullah Ocalan re azadî” ye û axaftina xwe wiha qedand: “Ev mitîng ji bo azadiya birêz Ocalan û çareseriya meseleya kurd mitîngeke dîrokî ye. Her kes ji berê xwe ve li meseleya kurd dinêre. Heta niha jî j bo çareseriyê tu îrade nehatin nîşandan. Tenê birêz Ocalan îrade nîşan da. Divê ev yek were dîtin. Muxatabê meseleya kurd birêz Ocalan e. Divê kesên dixwazin meseleya kurd çareser bibe û kesên daxwaza azadî û demokrasiyê dikin li qada mitîngê bin. Feraseteke çareseriyê ya îktîdarê tune ye. Em ê bi berxwedan û biryardariya xwe vê pirsgirêkê çareser bikin. Her kesên azadiya birêz Ocalan dixwazin divê li qadê bin.    Di vê mitîngê de dê têkildarî azadiya birêz Ocalan peyamên girîng bên dayin. Divê hemû kedkar, jin, ciwan, akademîsyen, xwendekar, hêzên demokrasiyê, rêxistinên civaka sivîl û her kesên daxwaza demokrasî û azadiyê dikin li dijî xespkirina îradeyê derkevin. Girse çiqas mezin be dê peyam jî ewqas mezintir bibe.”    MA / Fethî Balaman