Hevserokê KON-MED’ê Gok: Ji bo azadiyê em tev li mitînga Kolnê bibin 2024-11-15 09:51:36 AMED - Hevserokê KON-MED’ê Kerem Gok diyar kir ku dê di 16’ê mijdarê de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tev li mitînga li Kolnê bibin û wiha got: “Gelê me dê xwedî li felsefeya Rêber Apo derkeve.”  Amadekariyên ji bo mitîng û meşa 16’ê mijdarê ya li bajarê Almanyayê Kolnê bi dawî bûn. Di 10’ê cotmeha 2023’yan de bi dirûşma “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” kampanyaya navneteweyî hatibû destpêkirin.  Mitîng dê di çarçoveya kampanyayê de bê lidarxistin. Di mitîngê de dê têkildarî azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd peyam bên dayin.    Hevserokê Konfederasyona Civakên Kurdistanî ya Almanyayê (KON-MED) Kerem Gok, ji bo mitînga 16’ê mijdarê banga tevlibûnê kir.    ‘BI TECRÎDÊ ÎRADEYA GELEKÎ HEDEF TÊ GIRTIN’    Gok, anî ziman ku dê ev mitîng di sala duyemîn a kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” de bibe qonaxeke girîng û wiha got: “Em îsal têkoşîna xwe mezintir dikin. Ji bo azadiya Rêber Apo em ê li her qadê peyamên xwe bidin. Em mal bi mal digerin û pirsên gelê me dibersivînin. Em hewl didin kurdên li Ewropayê tev li vê berxwedanê bikin. Ev tecrîd ne tenê şexsekî, nasname, çand û hebûna gelekî hedef digire. Di şexsê Rêber Apo de êrişî têkoşîna azadiyê ya gelê kurd dikin. Li dijî van êrişan, ji bo dilsoziya bi Rêber Apo re em gelê xwe vedixwînin mitînga Kolnê.”    Bi domdarî Gok diyar kir ku Abdullah Ocalan di pêvajoya 2013-2015’an de bi şênber nîşan da ku dixwaze pirsgirêka kurd bi rêbazên demokratîk û aştiyane were çareserkirin. Gok, ev tişt anî ziman: “Di hevdîtina dawî de Rêber Apo dibêje ku divê pêvajoya heyî derbasî zemîna aştî û guftûgoyê bibe. Em jî dê dilsoziya xwe ya bi vê îradeyê re li Kolnê nîşan bidin.”    'BERXWEDANA TOPYEKÛN’   Gok, diyar kir ku li cîhanê sînor jinûve tên xêzkirin û li Rojhilata Navîn krîzên kûr hene û wiha pê de çû: “Di vê serdemê de divê gelê kurd ji bo parastina îrade û azadiya xwe li ser xeta berxwedanê bibe yek. Divê em li dijî êrişên topyekûn, berxwedaneke topyekûn raber bikin. Di vê serdemê de biqasî xetereyên windakirinê, firsenên qezenckirinê jî hene. Ji bo em mezin qezenc bikin divê em rêxistiniya xwe xurt bikin. Gelê kurd êdî naxwaza vegere pergala mêtingeriyê ya piştî Şerê Yekemîn ê Cîhanê.”    ‘EM Ê XWEDÎ LI FELSEFEya WÎ DERKEVIN’   Gok, destnîşan kir ku dê di mitînga 16’ê mijdarê re peyamên aştiyane yên Abdullah Ocalan bi raya giştî ya Ewropayê re ragihînin û axaftina xwe weiha qedand: “Di vê mitîngê de gelê me dê xwedî li felsefeya Rêber Apo derkeve û dilsoziya xwe nîşan bide. Em ê tevî dostên xwe peyamên Rêber Apo ragihînin û bibêjin bê ka azadiya Rêber Apo çiqasî girîng e.”    MA / Delal Akyuz