Li Mêrdînê bi hinceta ‘ewlehiyê’ nahêlin gel biçe parkê 2024-11-12 13:15:49 MÊRDÎN - Li navçeya Artukluyê ev 4 roj in bi hinceta “Ewlehiyê” destûr nayê dayin gel biçe Parka Karayollariyê.  Çalakiyên protestoyî yên li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê berdewam in. Bi hinceta biryara walîtiyê ya “qedexeya çalakî û xwepêşandanan”, destûr nayê dayin ku gel biçe Parka Karayollariyê ya li navçeya Artukluyê. Parka behsa xeberê mezintirîn qada şînkatiyê ya bajar e û ji 9’ê mijdarê heta niha bi bariyên polîsan hatiye girtin. Destûr nayê dayin sivîl bikevin parkê lê tenê polîsên sivîl dikarin bikevinê. Welatiyên dixwazin li parkê rûnin, ji hêla polîsan ve tên hişyarkirin û derdixin derve.    Kargehên di nava parkê de jî ji 9’ê mijdarê ve nikarin deriyên xwe vekin.    AYDENÎZ: MA QEYÛM TAYÎNÎ PARKÊ JÎ KIRIYE?   Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Saliha Aydenîz li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal bertek nîşan da û got: “We qeyûm li îradeya xelkê Mêrdînê tayîn kir, ma we li parkê jî tayîn kiriye? Parka ji gel re vekirî çima ev bi roja ye bi barîkatan hatiye dorpêçkirin?”