Parêzerên doza Narîn Guranê: Nakokiyên heyî nehatin zelalkirin 2024-11-12 12:15:50 AMED - Parêzerên doza Narîn Guranê şopandin diyar kirin ku nakokiyên heyî nehatine zelalkirin û ew ê pêvajoyê jinêzve bişopînin.  Zaroka bi navê Narîn Guran a 8 salî di 21’ê tebaxê de li gundê Çulî yê navçeya Rezan a Amedê winda bû û cenazeyê wê di 8’ê îlonê de hate dîtin. Têkildarî qetilkirina Guranê lêpirsîn hate destpêkirin û 12 kes hatin girtin. Ji kesên hatine girtin dosyayên dayika Narînê, Yuksel Guran, kekê wê Enes Guran, mamê wê Salîm Guran û cîranê wan Nevzat Bahtiyar hate cudakirin û îdianame hate amadekirin. Her 4 kes jî bi sûcê “Bi awayekî hevpar zarok bi qesdî kuştine” hatin darizandin û cezayê muebbeta girankirî jê re hat xwestin. Danişîna ewil a dozê jî di 7-8-9’ê mijdarê de hate lidarxistin.   Di danişîna 3 rojan domiyayî de îfadeyên hevnegirtî yên şahidan bal kişand. Her wiha di îfadeyên bersûcan de jî îfadeyên hevnegirtî bal kişand. Gotinên bersûc û şahidan hev nedigirtin û piraniya wan jê îfadeyên xwe yên berê red kirin. Li hêla din gelek pirsên serokê dadgehê û parêzeran jî bi gotinên “Nizanim, nayê bîra min” hatin bersivandin. Bersûc û şahidan, nakokiyên heyî zelal nekirin.    Endamê Komîsyona Şopandina Dosyaya Cînayetê ya Narîn Guranê ya Baroya Amedê parêzer Aydin Ozdemîr û hem endama komîsyonê hem jî Koordînatora Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê Derya Yildirim, çavdêriyên xwe yên 3 rojên danişînê vegotin.    ‘NAKOKÎ NEHATIN ZELALKIRIN’    Aydin Ozdemîr, diyar kir ku gumanên wan ên mezin hene ku îfadeyên bersûc û şahidan li gorî ewraqên anîn danişînê guherîne. Ozdemîr, wiha got: “Ji ber ku bi rastî jî gelek nakokî hene û ev nakokî nehatin zelalkirin. Di mijarên weke awayê qewimîna bûyerê, Narîn saet di çendan de hatiye windakirin, agahiya windakirinê kengî bi hêzên ewlekariyê û saziyên cemaweriyê re hatiye parvekirin, malbatê kengî dest bi lêgerînê kir, xebatên lêgerînê hatine qutkirin an na, heke hatibin qutkirin ev yek ji hêla kê ve û bi kîjan armancê hatiye kirin, di van mijaran tevan de nakokî hene. Mixabin ji bo zelalkirina van mijaran pirsên me jê kirin jê re nebûn bersiv. Li gorî min amadekariyek hatiye kirin. Bi awayekî ev nakokî nehatin zelalkirin.”    ‘ÎFADEYÊN XWE LI GORÎ AGAHÎ Û BELGEYAN DIGUHERÎNIN’    Ozdemîr, diyar kir ku bersûcan ji bo piraniya pirsan bersivên hevnegirtî dane û wiha pê de çû: “Di lêpirsînên cezayê de îfadeyên ewil, îfadeyên herî zêde jêbawerin. Ji ber ku bûyer baş di bîrê de ye û hûrgiliyên wan nayên jibîrkirin. Meqamên darazê jî piranî van îfadeyan esas digirin. Lê îfadeyên piştî îfadeyên ewil hatine dayin pir cuda bûne û hev nagirin. Ev encam me ber bi vê encamê ve dibe; îxtîmaleke mezin e ku îfadeyên xwe li gorî agahî û daneyên tên ber destê me diguherînin û revîze dikin. Nakokiyên mezin hene lewma gumanên mezin hene ku gotinên wan rast nebin.”    ‘DIXWAZIN NÊRÎNEKE DIJMINATIYÊ AVA BIKIN’    Ozdemîr, got ku hewl dan heye ku sedemeke qetilkirina Narînê were nîşandan û ev tişt anî ziman: “Endamên malbata Guranê dibêje ku Narîn ji hêla Nevzat Bahtiyar ve hatiye kuştin. Ji bo vê jî îdiaya ku di navbera Arîf Guran û Nevzat Bahtiyar de ji ber wesayîtê dijminatî hebû nîşan didin. Malbata Guranê û gelek şahidan qala vê yekê kir û dixwazin wisa nîşan bidin ku sedemeke heye ku Nevzat Bahtiyar Narîn kuştibe. Lê li gorî me ev jî rast nîne. Ji ber ku ji endamên malbatê tu kesan jê di îfadeyên berê de qala meseleya di navbera Nevzat û Arîf de nekirin. Me pirsa ‘gelo gumaneke we ya wiha heye, di navbera wan de çi dijminatî hebû?’ ji endamên malbatê kr. Wan jî got; ‘Na, dijminatiyek nebû, heta demekî nêz jî bi hev re hevdîtin dikirin.’ Arîf Guran jî got; ‘Heta demekî nêz jî ji bo Nevzat avê bide heywanên xwe min xortima malê dida wî.’ Lewma em dibêjin ku dijminatiyek nîne û tenê ‘dijminatiyeke çêker’ ava dikin. Tenê hewl didin sedemekê cînayetê nîşan bidin û Nevzat sûcdar bikin.”    ÎDIAYÊN CIVÎNA MALBATÊ Û ‘ŞERÊ JINAN’    Di berdewamê de Ozdemîr anî ziman ku di danişînê de têkildarî civîna malbatê û şerê jinan de îfadeyên binakok hatine dayin. Ozdemîr, wiha derbirî: “Di girteka cendirmeyan de heye lê endamên malbatê înkar dikin. Li gorî me şer hatiye kirin. Îfadeyên ku civîna malbatê hatiye kirin jî hene. Li gorî me û komîsyonê; dibe ku malbat ketibe nava lêgerîneke ‘faîl kî ye.’ Tiştekî xwezayî ye ku malbateke keça xwe winda kirî bikeve nava lêpirsîneke wiha. Lê heke meqseda wê tenê ev be û di wê civînê de faîl nehatibe zanîn, divê malbat xwe nede paş ku bi cendirmeyan re parve bike. Li gorî mantiqê divê malbatê bigota ‘erê me civîneke wiha kir ji ber ku keça me winda bû. Me hewl dida wê bibînin lewma me civîn li dar xist.’ Lê piraniya malbatê got civîn nehatiye lidarxistin. Bi vê yekê re îdiaya ku civîn hatiye lidarxistin û tê veşartin xurtir bû.”    ‘EM Ê DEV JI PÊVAJOYÊ BERNEDIN’   Ozdemîr, daxuyand ku îdiayên cidî hene ku Narîn ji hêla malbata xwe ve hatiye qetilkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Pêvajoya darizandinê ya têkildarî vê mijarê didome. Bêguman heke rastiyeke ku Narîn ji hêla malbata xwe ve hatiye qetilkirin hebe, dê Baroya Amedê bêguman di nav avê pêvajoyê de be. Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê bi sala ye di van dosyayan de cih digire. Dê Baroya Amedê berpirsyartiya xwe bi cih bîne, pêvajoyeke wiha bêxwedî nehêle û bi çalak tê de cih bigire.”    ‘MUMKIN NÎNE KU NEYÊ ZANÎN’    Parêzer Derya Yildirim jî bi lêv kir ku îfadeyên şahidan û delîlên teknîkî hev nagirin û wiha got: “Pirsa ‘We çima Narîn kuşt’ nehat bersivandin. Liv û tevgerên hêrsok ên bersûcan ên di dema danişînê de, her cara ku di tengijîn bersiva ‘Nizanim, nayê bîra min, ez radizam’ didan û ev yek ne tiştekî asayî ye. Em tevek xelkê vê xakê ne. Rastiyeke xaka me heye. Ne mumkin e li gundekî cînayetek bê kirin û haya kesekî jê nebe. Her kesên li gund ji rewşê agahdar dibe.”   ‘EM Ê HETA DAWIYÊ BIŞOPÎNIN’   Yildirim, da zanîn ku ji bo cenazeyê Narînê neyê dîtin û rastî dernekeve holê gelek delîl hatine tunekirin û axaftina xwe wiha qedand: “Hin kesên Narîn qet nedîtin lê digotin ‘Min Narîn dît’ hebûn. Heyf û mixabin ku Narînê xerabiyeke herî mezin jiya. Dema li cem malbata xwe ya ku jê bawer dikir, li gundê xwe hate qetilkirin. Mixabin bi çîçekên plastîk, bûkanî, bîbloyê piştî mirina wê danîn ser gora wê jî ev wehşet hate domandin. Heta darizandin xelas nebe em rast nabînin derheqê naveroka dosyayê de biaxivin. Lê belê weke Baroya Amedê em ê vê dosyayê bişopînin. Ji bo rastî derkeve holê çi pêwîst be em ê bikin. Ji bo parastina zarokek a 8 salî ku mafê wê yê jiyanê hatiye binpêkirin çi hewce bike em ê bikin.”    MA / Rûkiye Adiguzel