Rapora Dîwana Çavdêriya Darayî: Qeyûm, MARSU xistiye nav çirava deynan! 2024-11-12 10:40:21 MÊRDÎN - Di rapora Dîwana Çavdêriya Darayî ya têkildarî Îdareya Av û Qenalîzasyonê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê de hate gotin ku divê îdareyê herî zêde 666 milyon û 678 hezar TL deyn bikira lê sazî 2 milyar û 123 milyon û 123 hezar TL’an di bin deynan de hiştiye.    Serokatiya Dîwana Çavdêriya Darayî, rapora xwe ya têkildarî Îdareya Av û Qenalîzasyonê (MARSU) ya girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê eşkere kir. Rapor, sala 2023’yan digire nav xwe ku wê demê şaredarî ji hêla qeyûm ve dihat birêvebirin. Di raporê de hate destnîşankirin ku deynê MARSU’yê bi ser 2 milyar TL’an e û kêmasî û kiriyarên derqanûnî di bin 15 sernavan de hatin diyarkirin.    ‘DI TESPÎTKIRINA RAYÎŞ’Ê DE LI GORÎ MEWZÛATÊ TEVNEGERIYAN’   Di raporê de hate gotin ku lêçûnên xebatê yên sala 2023’yan ên MARSU’yê 783 milyon û 561 hezar û 650,23 TL ne û dahatên xebatên wan jî 579 milyon û 741 hezar û 545,15 TL ne. Dîwana Çavdêriya Darayî destnîşan kir ku ew ferqa 203 milyon û 820 hezar û 105,08 TL’an jî ji ber “encama xebatên neyînî” çêbûye. Di raporê de hat gotin ku dema MRASU di karên çêkirinê de biha diyar dikir diviya bû rayîşên heyî bi saziyên têkildarî bida erêkirin lê wisa nekiriye. Hat diyarkirin ku MARSU li gorî mewzûatê tevnegeriyaye.    Her wiha hat destnîşankirin ku MARSU’yê pereyê baca hawirdor-paqijiyê ku divê dabûya şaredariyên navçeyan jî nedaye. Hat gotin ku ji 31’ê kanûna 2023’yan ve 43 milyon û 405 hezar û 495,02 TL deynê bacê yê MARSU'yê yê hawirdor-paqijiyê heye. Hat diyarkirin ku stoqa deyn a MARSU’yê bi ser sînorê qanûnî re ye.    XISTIN ÇIRAVA DEYNAN   Di raporê de hate gotin ku MARSU’yê stoqa deynkirinê ya MARSU’yê derketiye derveyî sînorê qanûnî. Dîwana Çavdêriya Darayî kitekitên deynkirinê yên MARSU’yê parve kir û got: “Divê îdareyê herî zêde 666 milyon û 678 hezar TL deyn bikira lê sazî 2 milyar û 123 milyon û 123 hezar TL’an di bin deynan de hiştiye.”