Hevşaredar Karayilan bertek nîşanî Erdogan da 2024-11-11 15:41:10 RIHA - Hevşaredarê Xelfetiyê Mehmet Karayilan bertek nîşanî gotina Erdogan a "kesên kes nizane bê kî ne" da û got: “Heke kirinên qeyûman baş bên vekolandin wê demê dê bizanin ev kes kî ne."  Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan duh piştî civîna kabîneyê têkildarî tayînkirina qeyûman axivî û bi gotina “kesên kes nizane bê kî ne” hevşaredar hedef girtibû. Hevşaredarê Xelfetî ya Rihayê Mehmet Karayilan gotinên Erdogan weke “mudaxileya li dijî darazê” nirxand û got ku dê qebûl nekin.    Karayilan, diyar kir ku hemû xebatkarên şaredariyê kesên kedkar in û ev tişt anî ziman: “Ew gotin nayê qebûlkirin. Xebatên me tevek bi eşkereyî hatin kirin. Ji bo Xelfetiyê bi awayekî demokratîk hilbijêrin em hatin hilbijartin. Bêyî ferq û cudahiyê bikin me wekî hev xizmet ji her kesî re kir. Me hewl da pirsgirêkên her kesî çareser bikin. Dema em li qeyûman dinêrin dibînin ku li şaredariyekî wiha biçûk nêzî 500 milyon lîre xerc kirine. Me tespît kir ku ji vê pereyî zêdetir jî pêşkeşî alîgirên xwe kirine.”    ‘EM QEBÛL NAKIN’   Karayilan, bertek nîşanî gotinên Erdogan da û axaftina xwe wiha qedand: “Em dikarin bibêjin bê ka kesên kes nizane bê ka kî ne pereyê vî gelî çawa birine. Me têkildarî wan serî li mifetişên Wezareta Karên Hundir û dozgeriyê da. Heke adilane tevbigerin û lêpirsîneke baş were kirin, wê demê dê were dîtin kî erênî yan jî neyînî nêzî malê gel bûye û kî ew kes in kesên kes nizane ka çi ne.Em vê nêzikatiyê qebûl nakin.”