‘Xelfetî modela Komara Demokratîk e' 2024-11-10 09:31:43 RIHA - Welatiyên li ber Şaredariya Xelfetiyê ku qeyûm tayinî wê hat kirin bênavber berxwedana xwe didiomînin, gotin: “Li Xelfetiyê kurd û tirkmen bi hev re dijîn. Xelfetî modela Komara Demokratîk e." Çalakiyên piştî tayînkirina qeyûm li navçeya Xelfetî ya Rihayê dest pê kirin, dewam dikin. Gelê ku her sibe li ber avahiya şaredariyê ya dorpêçkirî kom dibe bertek nîşanî qeyûm dide û daxwaza îradeya xwe dike. Çalakiya nobedê ya li qada berxwedanê ya ku pankarta "Qeyûmê xeyalî li vir hatiye definkirin" hatiye daliqandin, di roja 6'an de dewam dike.   Gulsum Kocaoglû (61) a keça wê bi hinceta bertek nîşanî qeyûman da hatiye girtin, li ber avahiya şaredariyê di nobedê de cih digire. Kocaoglûyê diyar kir ku keça wê Bêrîvan Kocaoglû ji ber bertek nîşanî qeyûm daye bi îşkenceyê hatiye binçavkirin û wiha got: “Wan şaredariya me desteser kir. Keça min Bêrîvan a ku nikaribû vê rewşê qebûl bike bertek nîşan da û hat şaredariyê û li vir hat binçavkirin û girtin. “Qeyûm li me heqaret û zilm e. Çi ji me dixwazin? Zarokên me sûc nekirine. Tenê bertek nîşanî heqaret, zulm, dizan û qeyûmên talanker dane."    ‘MODELA KOMARA DEMOKRATÎK E'   Hevserokê Navçeya Xelfetiyê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mehmet Yildirim ji diyar kir ku tirkmen û kurd li Xelfetiyê bi hev re dijîn. Yildirim destnîşan kir ku Xelfetî navçeyek e guncav e jı bo modela Komara Demokratîk û got: “Eger destûr bê dayîn, ev gel wê nîşanî Tirkiyeyê bidin ku tirk û kurd di bin navê Komara Demokratîk de çawa bi hev re dijîn. Ji bo perspektîfa Komara Demokratîk cihê herî guncav Xelfetî ye. Em ê berxwedana xwe ya li dijî qeyûman heta dawiyê bidomînin. Çendî qeyûm wiha bifikire ku gihaştiye armanca xwe jî, wê tu carî nikaribe hem li ber çavê gel û hem jî di wijdanan de bigihêje armanca xwe."   Davût Ûtkûn diyar kir ku ev derbe li mafê dengdayînê û hilbijartinê ye û got: “Em ê heta dawiyê li cem vîna xwe bin. Em ê têkoşîna xwe ya demokratîk bidomînin. Ev nayê qebûlkirin."   Cemîl Buyukertaş (52) bi bîr xist ku şaredariyê di 31'ê Adarê de bi qasî 500 mîlyon deynî stendine û wiha got: “Şaredariya me bi dayîna deynên qeyûm re mijûl bû. Mal û milkê gel, malên xezîneyê firotibûn. Di vê heyama 7 mehan de em bi rihetî diçûn şaredariyê. Lê em niha nikarin bikevin hundir. Em ê li vir bisekinin heta ku şaredariya xwe bi dest bixin."   ‘EM QEYÛM QEBÛL NAKIN'   Huseyîn Erdil ê 62 salî ku ji roja ewil a berxwedanê vir ve li ber şaredariyê nobedê digire got: “Ev şaredarî ya me û gelê me ye. Hewl didin bi zorê desteser bikin. Xwedê ji wan re nehêle. Qeyûm, cerdevani, böbexti ü çeteti ye. Em qeyûm qebûl nakin."    Xelfetî halkının DEM Parti ile birlikte olduğunu ve sonuna kadar mücadele edeceklerinin altını çizen Emin Elice (58), kayyımdan önce belediyeye rahatça girebildiğini belirterek “Ama şimdi kendi evimize giremiyoruz. Sonuna kadar irademize sahip çıkacağız” dedi.   Emîn Elîce (58) anî ziman ku gelê Xelfetiyê bi DEM Partiyê re ye û wê heta dawiyê têbikoşe. Naîme Bayramê (60) jî destnîşan kir ku gelê Xelfetiyê qeyûm naxwaze û bang li her kesî kir ku beşdarî berxwedanê bibe.