Xwişkên ku li dijî xespkirina vînê di çalakiya nobetê de ne: Em ê li ber xwe bidin 2024-11-10 09:27:41 MÊRDÎN - Xwişkên hev Fatma Bumîn û Gurbet Tekîn ên ji roja ewil ve li ber Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê nobedê digirin gotin: "Heta em vîna xwe ya desteserkirî ji wan nestînin em ê li ber xwe bidin." Çalakiyên piştî tayînkirina qeyûmê li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ku di 4'ê Mijdarê de dest pê kirin, dewam dikin. Di vê çarçoveyê de çalakiya nobedê ya li ber şaredariyê hatiye destpêkirin di roja 7’an de didome. Xwişkên ku beşdarî çalakiyê bûn diyar kirin ku ew ê li dijî qeyûman têbikoşin.   Ji xwişkên hev Gurbet Tekîn (59) ji navçeya Artûklûyê, Fatma Bumîn (54) jî ji Qoserê beşdarî çalakiyê dibe. Her du xwişk li qada nobedê tên cem hev û tevahiya rojê li ber xwe didin. Her du xwişk ji 4'ê Mijdarê ku qeyûm hatiye tayînkirin heya niha, ji serê sibê heta derengiya şevê li qadê nobedê digirin.    ‘EM Ê PAŞ DE GAV NEAVÊJIN'   Gurbet Tekînê diyar kir ku îradeya gel ji aliyê qeyûman ve hatiye desteserkirin û heta şaredariyê bi dest nexin ew ê qadên xwe neterikînin. Tekînê got: “Em ji bo parastina vîna xwe li vir in. Qeyûm derbeyek li vîna gel e. Di heman demê de qeyûm derbeyek li jin, civak, xweza û nasnameya kurdî ye. Em wekî gelê kurd li vir ji bo parastina nasname û vîna xwe nobedê digirin. Em çiqasî bi hêztir li ber xwe bidin, em ewqas zûtir karibin mafên xwe yên desteserkirî paşve bigirin. Banga me ji gel û civaka me re; ger em yekîtiya xwe xurt bikin em dikarin ji vê rewşê derkevin. Êdî bes e! Em ê heta kengê di bin zilmê de bijîn? Pêwîst e her kes li dijî vê yekê li ber xwe bide."   Tekînê got: “Astengiya herî mezin a li pêşiya vîna kurdan tecrîd e. Îradeya me ya herî mezin niha di bin tecrîdê de ye. Hewl didin bi van gavan hêza gelê kurd bipîvin. Ger hêza me bibînin dê paşde gav biavêjin. Heta ku em azadiya xwe bi dest nexin û birêz Ocalan azad nekin em paşde gav navêjin."   TEVÎ KU NEXWEŞ E JÎ LI QADA BERXWEDANÊ YE   Fatma Bumîn a ku tevî temenê xwe yê mezin û nexweşiyên xwe jî hatiye qada berxwedanê ya li ber şaredariyê, anî ziman ku ew û xwişka xwe li hemberî qeyûman li ber xwe didin û got: “Divê kurd bibin yek. Ger em bibin yek dê serkeftin çêbibe. Ew ê jî paşde gav biavêjin. Ya ku li me dikin zilm e. Li hemberî vê zilmê divê em jî serî rakin û li ber xwe bidin."   Bumîn da zanîn ku pirsgirêkên wê yên tenduristiyê ji bo xwederketina li vîna xw ene asteng in û wiha got: “Vîna me nas nakin û guh nadin me. Heta ku em vîna desteserkirî bi dest nexin em ê ji vir neçin."