Li Mêrdînê meşa girseyî: Gelê Kurdistanê qeyûm û siyaseta we qebûl nake 2024-11-09 16:13:23 MÊRDÎN - Li Mêrdînê tayînkirina qeyûman bi meşekî girseyî hat protestokirin. Hevşaredar Ahmet Turk got: "Êdî tu kes nikare gelê kurd bixapîne. Tu kes êdî nikare gelê kurd bişkîne."  Li Mêrdînê çalakiya gel a li dijî tayînkirina qeyûm di roja 6’an de berdewam dike. Îro jî meşek girseyî hat lidarxistin. Girseya ku di nav de parlamenterên DEM Partî, Hevşarêdarên Mêrdînê Ahmet Turk û Devrîm Demîr, Hevşaredarê Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan, hevşaredarên navçeyan, Dayikên Aştiyê, aktîvîstên TJA'yê rêveberên DEM Partiyê, DBP'ê, nûnerên saziyên civakî tev li meşê bûn. Dayikên Aştiyê di pêşiya meşê de cih girtin. Girseyê di meşê de pankarta li dijî qeyûman hat vekirin. Dayik û ciwanan bênavber stran gotin. Seranserî meşê dirûşm hatin berzkirin û nerazîbûn nîşanî qeyûm hat dayîn. Piştî meşê daxuyanî hat dayîn.    TURK: ÊDÎ EM NAYÊN XAPANDIN    Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk ewilî axivî û wiha got: “Li aliyekî destê aştiyê dirêj dikin, li aliyê din dar di destê wan de ye. Dixwazin gelê kurd bêdeng bikin. Dixwazin gelê kurd ji mafê wan bêpar bihêlin. Em êdî ne kurdên berê ne. Êdî tu kes nikare gelê kurd bixapîne. Tu kes êdî nikare gelê kurd bişkîne. Gelê kurd dê her tim ji bo aştî, çareseriyê têbikoşe. Em her tim ji bo aştiyê hene. Êdî gelê kurd bi tu awayî nayê xapandin. Em li vî welatî xwişk û biratiya gelan diparêzin. Jiyanek hevpar diparêzin. Ev cara sêyemîn e hûn qeyûman tayînî ser gelê Kurdistanê dikin. Lê gel qeyûman û siyaseta hûn dimeşînin qebûl nake. Desthilatdarî û qeyûm bi van derewan êdî nikarin kesî bixapînin.  Gotinek Seydayê Cegerxwîn heye. Dibêje, 'Bi minet em naçin cenet, serbest û azad em diherin cehenem'." Dibêjin hûn nebin yek hûnê herin yek bi yek."    DEMÎR: QEYÛM NEYARTIYA LI DIJÎ GELÊ KURD E    Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrîm demîr jî axivî û wiha got: “Hêza tarî dê têk biçe. Em baş qeyûm nas dikin. Qeyûm talan e, dizî ye. Tunekirina vîna gelan e. Qeyûm 8 salan gel ji xizmetê bêpar hiştin. Qeyûm neyartina li dijî gelan û jinan kir. Qeyûm li dijî pergala Hevseroskatiyê ye. Em ne ji xizmeta xwe, ne ji têkoşîna jinê û ne jî ji pergala xwe ya Neteweya Demokratîk gavan paşve navêjin. Me heta niha gav paşve navêt, ji niha û şûnde jî emê gavan paşve navêjin.  Em dibêjin destê xwe ji şaredariya gel û vîna gel bikşînin. Dest ji politikaya dagirkeriyê berdin. We heta niha bi vê polîtîkayê encam negirt, ji niha û şûnde jî hûnê bi vê polîetîkayê encamê negirin. Em ê heta dawî vîna xwe biparêzin û li vîna xwe xwedî derkevin. Ev der war û cihê me ye. Em ji bo têkoşîna gel a 6 rojan spasiyên xwe dikin û silavên xwe ji hemû gelê xwe re dijînin.”   Piştre Parlamentera Mêrdînê Bêrîtan Guneş, Hevşaredarê Navçeya Rezana Amedê Sîraç Çelîk û Hevşaredarê Wanê Abdullah Zeydan axivîn û nerazîbûn nîşanî tayînkirina qeyûman dan.    Piştî axaftinan çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.